Rohilat Efrîn: Divê her kes hesas nêzî pêvajoyê bibe
- 09:02 15 Kanûn 2024
- Rojane
Derya Ren
RIHA - Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn, diyar kir ku rewşa şer û kaosa li Sûriye û Rojava dewam dike û hêzên navneteweyî divê bi baldarî û hestiyar nêzî bûyerên diqewimin bibin û got, "Îhtimaleke mezin heye ku çeteyên DAIŞ'ê ji vê rewşê sûdê werbigirin. Li herêmê û cîhanê çalakî û çalakiyên terorîstî pêk bînin."
Piştî êrîşên Tehrîr El Şam (HTŞ) ên di 27’ê Mijdarê de li dijî hikûmeta Şamê pêk anîbûn, rejîma Baas'ê di 8’ê Kanûnê de hate rûxandin. Bi hilweşandina rejîmê re, Rojhilata Navîn bi taybetî Sûriye û Rojava kete pêvajoyeke nû. Dema ku ev pêvajoya nû krîz, kaos û nezelalî bi xwe re anî, Tirkiye û komên wê yên paramîlîter ji vê rewşê sûdê werdigirin û li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem ji hewayî hem jî ji bejahiyê êrîş dikin. Berxwedana Yekîneyên Parastina Gel a li hemberî êrîşên Tirkiyeyê dewam dike, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li herêmê ya li hemberî êrîşan balê dikişîne.
Endama Fermandariya Giştî ya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn derbarê rewşa dawî ya piştî rûxandina rejîma BAAS'ê ya Sûriyê û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji JINNEWS’ê re axivî.
Di 27’e Mijdarê de HTŞ'ê êrişî Helebê kir û li dû wê jî di demek nêz de rejima BAAS'ê têk çû û HTŞ desthilatdariya xwe li Şam ê eşkere kir. Li dû van bûyeranan çeteyên girêdayi dewleta Tirk SMO jî berê xwe da Minbicê û Rêveberiya Xweser hedef girt. Destpêkê di nava du hefteyan de li Rojava û Suriyeyê çi qewimî?
Ev pêvajoya ku bi hilweşîna rejîma BAAS'ê û rêveberiya Beşar Esad bi encam bû, bêguman encama şerekî demdirêj ê li Sûriyê ye. Di sala 2011’an de li beşek ji welatên Ereban serhildanê dest pê kir. Hin ji van serhildanan karîn ku guhertinan bidin çêkirin, li hin welatên wek Sûriye, Lîbya, Yemenê jî qulipîn şerên navxweyî.
Sûriye li Rojhilata Navîn xwedî cihekî stratejîk e. Ji bo wê pir hêz jî di nav guhertinên Sûriyeyê de rol leyîstin, bi rê ve birin û hesabên xwe pêş xistin.
Rêveberiya Beşar Esad ji hin dewletan alîkarî wergirt û hate parastin. Lê nekarî ku li gor pêwîstiyên Sûriyeyê tev bigere. Nekarî guhertinên demokratîk ava bike û pirsgirêkan çareser bike. Di nav artêşê de jî rizîn û belavbûneke zêde hebû. Jixwe dewletên din jî plana hilweşandina rejîmê bi demdirêjî dikirin, ev yek di 27’ê Mijdarê de pratîze kirin.
Diyar dibe HTŞ ji bo tevgereke wiha hazirtî kiribû û bi yekcarê ev rewş derneket holê. Di encamê de rejîmê nekarî li beramberî hêzên çekdar liberxwe bide û hemû kelehên xwe ji dest da. Di vê navberê de herêmên wek Til Rifat û Şehba jî bi êrîşan re rûbirû man. Li wir ji bo ku gel zirarê nebîne û were parastin, derbasî herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Li Minbicê jî êrîşên berfireh çêbûn û metirsiya komkujiyê li ser gel hebû. Hêzên me bi berçavgirtina ewlehiya gel, ji Minbicê vekişiyan. Di rewşa heyî de li Sûriyeyê pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin û ev pêvajo ji bo ku aloziyên berê girantir nebin, bêguman dê têkoşîna me jî berdewam bike.
Di êrîşên yekem de me dît ku çeteyan şervanên jin revandin û bi vî awayî êrîşa yekem li dijî jinan pêk anîn. Hûn weke YPJ’ê dixwazin li ser vê mijarê çi bibêjin?
Di her şerekî de zirara yekemîn jin dibînin. Di şexsê jinê de rûmet, hêvî û baweriya civakê jî tê hedefgirtin. Çeteyan ne tenê li beramberî şervanên jin, an jî jinên Kurd, herwiha li dijî jinên Ereb, Xirîstiyan û Elewî jî kiryarên dij-exlaqî pêk anîn. Êrîş, tecawiz û bêhurmetî kirin. Di vê wateyê de em wek jin li Sûriyeyê divê li dijî kiryarên zilamsalar ku dixwazin jinûve zindî bikin, xwe biparêzin. Em wek YPJ artêşa parastina jinan in. Elbet dîlketina hin şervanan û revandina jinan, ji bo me bû cihê xemgîniyê. Lê di heman demê de hêrsa me ya têkoşînê jî bilind kir. Em ê ji bo ku jinên hatine revandin û dîl hatine girtin, têbikoşin. Ji bo werin berdan û herwiha ji bo ku êdî jin bi destdirêjiyê rû bi rû nemînin, têkoşîna xwe mezintir bikin. Her wiha sazî û dezgehên navneteweyî jî divê rewşa heyî li Sûriyeyê bişopînin û ji bo ku mafên dîlgirtiyan, mafên jin û gelan were parastin, berpirsyariya xwe pêk bînin.
Li gorî daxuyanîya QSD'ê, di 11'ê Kanûnê de bi pêşengîya ABD'ê agirbest hat kirin. Em karin naveroka vê agirbestê bielimin? Li gorî vê agirbestê wê li Rojava çi bibe? Şervanên YPJ, YPG û QSD'ê wê çi bikin, seknek çawa bidin nîşandan?
Em wek hêzên parastina gel li ser bingeha polîtîkaya Rêveberiya Xwerser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tim alîgirê aştî û çareseriya pirsgirêkan bi rêya siyaseta demokratîk in. Ji bo vê jî di serdemek ku rejîma BAAS'ê hilweşiya û pêvajoyeke nû hate destpêkirin de, ji bo ku şer di herêmê de bi dawî bibin, me xwest zemîna diyalog û çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê ava bibe. Em loma di nav hewldan de ne. Ji bo vê jî bi lezgînî pêwîstî bi rawestandina şer hate dîtin. Wiha jî em dixwazin bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê jî bidin zanîn ku em wek Hêzên parastina Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê alîgirê aştî û çareseriyê ne.
Li hember van êrîşanan berxwedanek çawa didome? Û niha taybet şer, êrîş û berxwedan li ku derê didome?
Bi taybet ji hêla Tirkiyeyê ve, bênavber li ser herêmên me êrîş dewam dikin. Hewl tê dayîn ku îradeya gelên me bişkînin. Li beramberî vê çawa ku heya niha me gelê xwe û destkeftiyên şoreşê li ser bingeha Sûriyeya Demokratîk û yekgirtî parastiye, em ê tucar dest ji vê sekna xwe bernedin û em ê hemû hesabên ku ji bo parçekirin û qirkirina gelan tê kirin, vala derxin. Li xetên Tiltemir, Eyn Îsa, herwiha Bendava Tişrîn û Qereqozaxê, herwiha li gundewarên Reqa jî car bi car êrîşên ku çê dibin, bi berxwedana şervanên me û îradeya gelê me têne şikandin.
Her çiqas agirbest hatibe ava kirin jî em dibînin ku êrişên dewleta Tirk li ser Rojava didome. Hûn vê rewşê li gorî agahîyên dawî çawa dinirxînin? Di deqeyên destpêkê de me re kari bêje, agirbest tê îhlalkirin?
Di navbera me û HTŞ'ê de bi navbeynkariya Koalîsyona navneteweyî agirbest hate îlankirin, lê belê dewleta Tirk ji bo ku vê rewşê biqulipîne û şer gur bike, di nava hewldanan de ye. Em jî di vir de dubare diyar dikin çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê divê ji gelên Sûriyeyê û îradeya gelên Sûriyeyê re were hiştin û dewleta Tirk jî di rûdanên li Sûriyeyê de mudaxele neke.
Dewleta Tirk û komên hevpar li Rojava çi dikin armanc û hedef çi ye?
Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokrasiyê pir cidî ye. Ji damezirandina Komara Tirkiyeyê heya niha ev pirsgirêk hem hebûna xwe didomîne, hem jî bûye sedem ku krîzên pir giran biqewimin. Li beramberî vê Tirkiye tim dixwaze ku ji bo li tu beşên Kurdistanê pirsgirêka Kurd çareser nebe, gelê Kurd nebe xwedî statu û herwiha welatên li herêmê jî pirsgirêkên xwe çareser nekin, siyaseteke qirêj dimeşîne. Wiha jî kaos û şer di nav van welatan de tê domandin. Ji ber ku ger li Sûriyeyê pirsgirêka Kurd çareser bibe, pirsgirêka gel û baweriyên din çareser bibe, avahiyeke demokratîk û wekhev ava bibe, bi rastî Sûriye dikare li Rojhilata Navîn bibe hêzeke pir xurt a ku pêşengtiyê ji demokratîkirina herêmê re bike.
Derheqê rewşa dawiyê de hûn karin çi agahiyan bi me re parve bikin?
Hem ji hêla hêzên HTŞ'ê, hem jî gelên Sûriyeyê ve, pêvajoya binketina Rejîma BAAS'ê wek destpêkeke nû ya ji bo Sûriyeyê hate nirxandin. Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî guhertina heyî wek îmkanek ji bo demokratîkirina Sûriyeyê nirxand. Divê ku ev şensa dîrokî were bikaranîn. Di Sûriyeyê de hevgirtin, wekhevî û yekîtî bibe bingeha vê destpêkê û Sûriye bi lez xwe ji wêranî û şerê bi salan xilas bike, xwe di warê aborî û siyasî de xurt bike. Em li ser vê bingehê bi baldarî pêvajoyê dişopînin û ji bo ku şerekî navxweyî li herêmê rû nede, bi berpirsyarî nêzîk dibin.
Li ser êrîşan sekna raya giştî û sazîyên demokratîk hûn çawa dinirxînîn? Sedema bêdengîyê pêwist e me re çawa binirxîne?
Hilweşîna rejîma BAAS'ê dihate texmînkirin. Ji ber ev sîstem êdî nedikarî civakê birêve bibe, nedikarî xwe jî biparêze. Niha di raya giştî ya cîhanê û ji hêla hêzên navneteweyî, sazî û dezgehên demokratîk, herwiha gelên herêmê jî bi baldarî rewşa Sûriyeyê tê şopandin. Lê divê ji bo Sûriye ji krîzên 13 salên derbasbûyî, xwe bi lez xilas bike, ji bo ku pergaleke demokratîk ava bibe, hemû hêz û sazî, di serî de jî rêxistinên mafên mirovan û tevgerên azadîxwaz, tevgerên jinan ên navneteweyî jî li beramberî rewşa Sûriyeyê bi hişyarî nêzîk bibin. Ji ber ger ku bi şûna rejîma berê, pergaleke antî-demokratîk, teokratîk û zayendperest were ser erk, ev wê ji bo Sûriye û cîhanê jî bandoreke neyînî çêbike. Di encamê de dê krîz û pevçûn zêdetir bibin. Pêlên koçberiyê ber bi welatên Ewropî dubare destpê bike. Herwiha dê trajediyên nû yên mirovî derkevin holê.
Herî dawî Rojava niha di bin xetereyek çawa de ye? Û van bûyerên dawî yê tevahî wê bandorek çawa bike him li Rojava û Suriyeyê him li Rojhilata Navîn û him jî li cîhanê?
Ji ber pirsgirêkên heyî û êrîşên ku li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê çêdibin, têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê jî bandorê dike. Îhtîmala ku çeteyên DAÎŞ'ê ji vê rewşê sûd bigirin û xwe dîsa bi tevger bikin, li herêmê û cîhanê dubare çalakiyên terorîstî pêk bînin jî pir zêde ye. Lewma divê her kes bizanibe ku rewşa Sûriyeyê hemû cîhanê û herkesî elaqedar dike. Ji bo vê jî em divê ji bo ku Sûriye dîsa ber bi şer, nakokiyê neçe, ji bo ku çeteyên DAÎŞ'ê li Sûriyeyê dubare zindî nebin, bi hesas û berpirs nêzîk bibin.