Navbera Tirkiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de agirbest pêk nehat

  • 20:53 14 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di navbera Tirkiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de agibest pêk nehat.
 
Ajansan Nûçeyan a HAWAR (ANHA) ragîhand ku agirbesta ku wê bi navbeynkariya koalîsyona navnetewî,  di navbera QSD û Tirkiyeyê de pêk bihata, pêk nehatiye. 
 
Di nûçeyê de wiha hat gotin: “Li gorî agahiyan ji bo ku tirba Sultan Silêman Şah ji gundê Aşmê yê li rojavayê Kobanê veguhêzin cihê wê yê berê, yanî kêleka Pira Qereqozaq hevdîtin hatin kirin, lê dewleta Tirk daxwaz kiriye ku li vê herêmê kîlometreyek erd bidin wan ku ew ê çekên giran bicîh bikin û baregehekê ava bikin. Hate diyarkirin ku lewma lihevhatin çênebûye.”
 
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî di bernameya taybet a Ronahî Tv de diyar kiribû ku bi navbeynkariya koalîsyona navnetewî, wê di navbera QSD û dewleta Tirk ûçeteyên wê de agirbestek pêk were. Her wiha gotibû ku ew amade ne ji bo veguhestina tirba Silêman Şah tişta pêwîst bikin.