Zeyneb Celaliyan ji mafê dermankirinê bêpar e

  • 13:58 14 Kanûn 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan, tevî rewşa tendirustiya wê ya nebaş hîna jî ji mafê dermankirinê û serdana malbatê bêpar tê hiştin.
 
Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku ev 17 sal in li Îranê girtî ye û bi cezayê heta hetayî hatiye mehkûmkirin, li girtîgeha Yezdê di tecrîtek tund de tê girtin. Tevî ku rewşa tendirustiya Zeynep Celaliyan nebaş e ji aliyê dewleta Îranê ve hîna jî ji mafê dermankirin û serdana malbata xwe bêpar tê hiştin.
 
Zeyneb Celaliyan yek ji girtiyên kevin li girtîgeha rejîma Îslamê dimînin tevî rewşa wê ya fîzîkî ne destdayî û nexweşiyên wê yên weke gorçîk û çav hene jî heta niha ji xizmeta tendirûstiyê û çareseriya taybet bêpar tê hiştin.
 
Li gora agahiyên ku hatiye belavkirin, berpirsên girtîgehê dermankirina Zeyneb Celaliyan tê astengkirin, her wiha di destpêka meha Îlona îsal de bi fermana wezîrê îstixbaratê hevdîtina li gel malbatê hatiye qedexe kirin.
 
Zeyneb Celeliyan ku ev 17 sal e li girtîgehê ye, di dawiya meha Hezîranê de, tîmeke lêkolînê ya Wezareta Îstixbaratê du caran li ofîsa ewlehiyê ya Girtîgeha Navendî ya Yezdê bi Zeyneb Celaliyan re hevdîtin pêk anîn û jê xwestin ku “poşmannameya” ku ji aliyê Wezareta Îstixbaratê ve hatiye amadekirin, îmze bike. Wezareta Îstixbaratê got: “Eger Zeyneb Celaliyan belgeyê îmze bike, dikare were dermankirin û heta ji bo serbestberdana bi şert jî lêpirsîn were vekirin.”     
 
Zeyneb Celaliyan di sala 2007’an de hate girtin, di sala 2009’an de bi tewanan ‘Endamtiya komên dijî rejîmê’ cezayê darvekirinê lê hate birîn. Cezayê darvekirinê ya li Zeyneb Celaliyan hatî birîn ji aliyê Dadgeha bilind ya Îranê ve hate erêkirin. Lê belê bi kêmkirina ceza, veguherî cezayê girtîgehê yê heta hetayî.
 
Zeyneb Celaliyan çend cara ragihand ku di dema girtî de rastî îşkenceya, qamçî ya binê ling û lêdana zik û lêdanê serî li dîwar û gefa destdirêjiyê hatiye.