‘Çetebûnê bandor li pergala qanûnî kiriye’

  • 09:02 14 Kanûn 2024
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Ji Komeleya Ewil Jin û Zarok Seyhan Oznur Karasu der barê ‘Çeteya Yenîdogan’ ya derketiye holê de nirxandin kir û got: “Çetebûn tenê bi faliyetên dijqanûnî sînor namîne û bandor li ser pergala qanûnî jî kiriye. Pirsgirêk pergal bixwe ye. Ji ber vê divê em vê pergalê mahkum bikin. Ev pergal ji bo van çeteyan zemînek çawa amade dike? divê em vê lêpirsîn bikin.”
 
Çeteyê Yenîdogan ku tê îdiakirin bi armanca ji Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) zêdetir pere bigire hatiye avakirin, bi hefteyan e di rojeva Tirkiyeyê de ye. Piştî serlêdana ji bo CÎMER’ê şûnde, ev çete derket holê û darizandina wê li 22’yemîn Dadgeha Ceza Giran a Bakirkoyê pêk hat. Ji dosyayê 33 gumanbar girtî bi giştî 47 gumanbar tên darizandin. Îfadeyên gumanbar û malbatan kite kitên tiştên hatine jiyîn derdixe holê.
 
Ji Komeleya Ewil Jin û Zarok Seyran Oznur Karasu der barê çetebûnê de nirandin kir.
 
‘Çetebûnê bandor li pergala qanûnî jî kiriye’
 
Seyhan Oznur Karasu da zanîn ku çeteyê di bin navê Çeteyê Yenîdogan de ket rojeva welat deng daye û vî çeteyî bebek qetil kirine.  Seyhan Oznur Karasu wiha got: “Piştî salan şûnde li vî çeteyê haydar bûne. Çetebûn tenê bi faliyetên dijqanûnî sînor namîne û bador li ser pergala qanûnî jî kiriye. Pirsgirêk pergal bixwe ye. Ji ber vê divê em vê pergalê mahkum bikin. Ev pergal ji bo van çeteyan zemînek çawa amade dike? divê em vê lêpirsîn bikin.”
 
‘Li hember civakê piştevaniya karê heye’
 
Seyhan Oznur Karasu di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku jin û zarok ji bo avakirina rant û deshtilatdariyê dibin hedef. Em li pêvajoya derketina çeteyan û dadgehê binêrin. Ewil dozger hat tehdîdkirin. Me hemûyan bi hev re ev dît. Yên tehdîd kirin xwe evqas destnedan dibînin. Piştre me parvekirineke dozger a li dijî van tehîdan dîtin. Ev çete bi çavan hat dîti lê tiştên nehatine dîtin jî hene. Me ev çete tesadufî fêr kir. Ew bebek li pey hev nemiribana wê agahiya me tunebûna. Gelek kesî gilî kiriye lê li hember me çeteyek mezin heye û tu delîl li holê nehiştine. Mijar ne tenê sûcdarkirina kesekî ye. Pergaleke ji jor heta jêr heye. Li hember civakê piştevaniya karê heye.”
 
‘Divê em pergalê mahkum bikin’
 
Seyhan Oznur Karasu wiha dawî lê anî: “Civakê bi dengekî bilind daxwaza mafê tenduristî û perwerdehiyê kiriye. Piştî  bûyerên bêguman baweriya bi pergala tenduristiyê pisgisrêkên mezin afirnd.  Lê ji ber pergal pirsgirêk bixwe ye divê em mahkum bikin. Divê bi rêxistinkirî tevbigerin. Çareserî eve. Divê em pergalê mahkum bikin û dengê xwe bilind bikin.”

Etîketan:

jinnews