ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN

  • 09:00 14 Kanûn 2024
  • Rojev
 
* Rojnameger Benedetta Rossî ya di heyeta navneteweyî de cih girt, ji bo desthilatdariya ku tecrîdê ranake û bangan dike got "Bi gotinan tu tişt naçe serî". Benedetta Rossî bang li qada navneteweyî kir û got: “Zindîhiştina Rojava û tecrubeya wan ya bi salane didome, girîng e. Ji ber derseke ku Rojava fêrî cîhanê bike heye.” BI DÎMEN 
 
* Endama Însiyatîfa Rêzdariya ji bo Miriyan Burcu Çelîk der barê îşkenceya li ser kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane nirxandin kir û got: “Cenazeya kê dibe bila bibe, rêzdariya li hember bedena mirî mafê şîngirtinê ye. Binpêkirina şînê ye. Divê her kes li dijî kesên jiyana xwe ji dest dane, rêzdar be.” BI DÎMEN 
 
* Qedexe û komkujiyên ku di sala 2015'an de bi berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîr û Silopiyayê dest pê kir, li hemberî komkujiyan veguherî destana berxwedana gelê Kurd. Malbatên ku di nava wêraniyê de têkoşîna jiyanê didin, êşa xizmên xwe yên winda ji bîr nakin û dest ji lêgerîna aştî û edaletê jî bernadin. BI DÎMEN 
 
* Ji Komeleya Ewil Jin û Zarok Seyhan Oznur Karasu der barê ‘Çeteya Yenîdogan’ ya derketiye holê de nirxandin kir û got: “Çetebûn tenê bi faliyetên dijqanûnî sînor namîne û bandor li ser pergala qanûnî jî kiriye. Pirsgirêk pergal bixwe ye. Ji ber vê divê em vê pergalê mahkum bikin. Ev pergal ji bo van çeteyan zemînek çawa amade dike? divê em vê lêpirsîn bikin.” BI DÎMEN 
 
*Rêvebera Komîteya Perwerdeya Kongra Star Berîvan Yûnis diyar kir ku Tirkiyeyê û komên wê yên paramîlîter ji rûxandina rejîma Baas a Sûriyeyê sûd wergirt û êrişê herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser kir û got: "Em bang li hêzên navneteweyî dikin. Divê Tirkiye ji ber van sûcên şer ên ku kirine bên darizandin." BI DÎMEN