Kampanyaya alîkariyê ya Şengalê didome

  • 18:39 13 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Şengalê ku 5’ê Kanûnê de ji bo alîkariya bi koçberên Rojavayê Kurdistanê re kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin, berdewam dike. Hemû meclis seferber bûn e û alîkarî wê het 15’ê mehê kom bibin û derbasê Rojavayê Kurdistanê were kirin.
 
Komên paramîlîter yên bi piştgiriya Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê êrişê Şehba, Tilrifat, Heleb û gelek herêmên din kir. Penaberên li kampa Serdemê ya Şehbayê neçar man ji wir jî koçê herêmên din ên bi ewle yên dibin kontrola Rêveberiya Xweser de bibin. Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser bi hezaran koçber gihîştine herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li benda alîkariyê ne. Di nava koçberên Efrînê de gelek welatiyên Êzidî jî hene.
 
Piştî koçberiya gelê Kurd û civaka Êzidî û welatiyên ji pêkhateyên din ên Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Şengalê li gel hemû saziyên Şengalê 5’ê Kanûnê kampanyayeke alîkariyê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand.
 
Meclisa Gel a Xanesorê tevî hemû saziyan dest bi komkirina alîkariyê kirine. Gel alîkariya ji bo koçberan tînin, teslîmê meclisa gel dikin. Ji ber şert û mercên zivistanê piraniya nivên ku di navê de bataniye, doşek, balîf, cil û berg û pêwîstiyên nava malê li nava meclisan de hatiye komkirin.Li gorî agahiyên endamên meclisa gel a Xanesorê wê komkirina alîkariyê heya 15’ê bidomin û paşê jî wê bi komî di deriyê sînor re derbasê Rojavayê Kurdistanê were kirin.
 
Tevî ku rewşa aborî ya gel nebaşe jî her kes ji bo Rojava seferber bûye.