DEM Partiyê rapora binpêkirinên mafan eşkere kir
- 14:19 13 Kanûn 2024
- Rojane
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku di nava salê de 3 hezar û 128 DEM Partiyî hatine binçavkirin, ji van 409 jê hatine girtin û di çalakiyan de 173 kes hatine girtin.
Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan bi boneya Hefteya Mafên Mirovan rapora binpêkirinan parve kir. Rapor, li Navenda Giştî hate eşkerekirin. Di raporê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
Ji ewil Sevda Çelîk Ozbîngol axivî û got ku li gel êrişên fîzîkî yên ser avahî û endamên partiya wan, tacîzên darazê yên neheq ên li dijî endamên wan û qedexeyên bênavber ên li Kurdistanê di sala 2024’an de herî kêm ji sedî 50 zêde bûne.
Sevda Çelîk Ozbîngol, da zanîn ku ji Kanûna 2023’yan heta niha di encama operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî partiya wan, pêkhateyên partiyê û rêxistinên muxalefeta civakî de herî kêm 948 kes hatin binçavkirin û ji wan herî kêm 632 kes hatine girtin. Bi domdarî hate gotin ku ji Kanûna 2023’yan heta 10’ê Kanûna 2024’an herî kêm 256 xebatkar û rêveberên wan hatine binçavkirin û ji wan 50 jê hatine girtin; di dîroka navborî de di êrişên ser çalakî û xwepêşandanên partiya wan de herî kêm 3 hezar û 128 kes hatine binçavkirin û ji wan 409 jê hatine girtin; di êrişên li dijî çalakiyên partiya me de 564 kesên ji muxalefeta civakî hatine binçavkirin û ji wan ji bo 173’yan biryara girtinê hatiye dayin.
Bi domdarî Sevda Çelîk Ozbîngol da zanîn ku piştî hilbijartina 31’ê Adara 2023’yan li 8 şaredariyên wan qeyûm hatine tayînkirin; di sala 2024’an de navenda giştî jî di nav de 9 êrişên fîzîkî ser avahiyên wan hatine kirin; 4 êrişên fîzîkî jî di dema lêgerîn û mudaxileyên hêzên ewlekariyê de hatine kirin; li ser kursiya Meclisê 2 caran êrişên fîzîkî ser wekîlan hatine kirin û gelek caran ji ber axaftina bi kurdî mîkrofon hatine girtin.
Sevda Çelîk Ozbîngol, da zanîn ku di sala 2024’an de li Wanê 94 caran ji bo çalakî û xwepêşandanan biryarên qedexeyê hatine dayin û li gorî daneyên ÎHD’ê mudaxileyî 358 çalakiyên aştiyane hatine kirin.
Sevda Çelîk Ozbîngol, diyar kir ku ji bo mitînga wan “Meşa Azadiyê” ya di 13’ê Cotmehê ya li Amedê 8 caran biryara qedexeyê hatiye dayin; di mudaxileya li dijî çalakiyên ên li Amed, Wan, Qers û Rihayê de herî kêm 81 kes hatine binçavkirin.
Bi domdarî Sevda Çelîk Ozbîngol bal kişand ser Doza Kobanê û cezayên li siyasetmedaran hatine birîn bi bîr xist. Her wiha tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Colemêrg, Esenyurt a Stenbolê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê û Miks a Wanê hat bibîrxistin.
Sevda Çelîk Ozbîngol, da zanîn ku yek ji navendên binpêkirina mafan jî girtîgeh in û got ku di encama serdanên wan ên zêdetirî 100 girtîgehan de tespîtkirine ku mafên jiyanê, tendristiyê, berdana bişert tên binpêkirin û daxwaza sewqkirinê ya girtiyan tên redkirin. Sevda Çelîk Ozbîngol, bi lêv kir ku wan 794 caran pêşnûmeypirs û pêşnûmeyên lêkolînê dane Meclisê; serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan dane; çûne serdana nêzî 300 girtiyan; bi sedan caran bi rêveberiyên girtîgehan re li ser telefonê yan jî rû bi rû hevdîtin hatine kirin; komîsyona wan herî kêm 2 caran rapor amade kiriye.
Sevda Çelîk Ozbîngol, got ku yek ji rapora wan jî têkildarî tecrîda li Girtîgeha îmraliyê de bû û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafan û çareserkirina pirsgirêkên li girtîgehan mer serlêdan kirin û me xwest tecrîd were bidawîkirin. Komîsyona me vê pêvajoyê dişopîne.”
Ozturk Turkdogan jî got kul Tirkiye di îdeolojiya fermî de israr dike lê hewceye vê sedsalê bi aştî û demokrasiyê bidomîne. Turkdogan, got ku li Tirkiyeyê di hiqûqê de cihêkarî tê kirin û rêya bidawîkrina vê rewşê jî demokratîkbûn e.
Ozturk Turkdogan, diyar kir kul Tirkiye mecbûr e pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bike. Turkdogan, serlêdanên partiya wan ên ji bo çûna Îmraliyê bi bîr xist û got: “Divê daxwaza hevdîtina bi birêz Ocalan re tavilê bê qebûlkirin û çareseriyeke rasteqîn dest pê bike. Divê Tirkiye teqez û demildest tecrîda li Îmraliyê bi dawî bike.”