Bi hilberîna jinan Peyasek hêşîn

  • 13:39 13 Kanûn 2024
  • Rojane
 
AMED - Şaredariya Peyasê bi derfetên xwe 200 hezar cureyên kulîlkên demsalî yên zivistanê hildiberîne û li park û bexçeyên navçeya Peyasê bi axê re digihîne.
 
Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Peyasê ji bo xweşikkirina bajêr û avakirina qadên hêşîntir xebatên xwe didomîne. Ji 200 hezar kulîlkên demsalî yên ku ji aliyê Jinan ve li qada Sera û Şitildanînê ya Şaredariyê hatine çandin, li parkan bi cih dikin. Bi vê xebatê re wê 200 hezar kulîlkên demsalî li nuqteyên cuda yên bajêr bên belav kirin û çandin.
 
100 hezar nebatên nû
 
Gerînendetiya Park û Baxçeyan li qada Sera û Şitildanînê ya Şaredariyê dest bi hilberîna gul û şitlên darên demdirêj ên demsalî kirin da ku li qadên li qadên hêşîn bên bikaranîn dest bi xebatan kir.