Hunermend Pinar Aydinlar hat binçavkirin
- 13:08 13 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Pinar Aydinlar bi hinceta gotina “Ne Tuncelî, ji bo me Dêrsim e” hat binçavkirin.
Hunermend Pinar Aydinlar ku di hevdîtineke li Stenbolê de gotina “Ne Tuncelî, ji bo me Dêrsim e” kir û wêneyê Seyîd Riza hilgirtin, hat binçavkirin. Hat zanîn ku Pinar Aydinlar di çarçoveya lêpirsîna “Pesindayina sûc û sûcdar” a Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatiye binçavkirin.