ROJEVA 13'YÊ KANÛNA 2024'AN

  • 09:00 13 Kanûn 2024
  • Rojev
 
* "Gelê Mexmûrê dest ji parastina erdnîgariya xwe û avakirina jiyaneke nû berneda. Yek ji mînakên girîng ên vê yekê jî ew e ku gelê Mexmûrê li dijî DAIŞ'ê şer kir, di rizgarkirina herêmê ji DAIŞ'ê de keda xwe da û baweriya gelê herêmê bi dest xist." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
* Nivîskar û aktîvîsta Afgan Hoda Khamosh bêdengiya cîhanê ya li hember Talîban rexne kir û got: “Talîban merhemetê nîşanê me nade. Tevî vê em nekevin tevgerê wê qedereke ji mirinê wêdetir li benda me be. Hewce bi yekitiya global heye.”
 
*Jinên Rihayê bertek nîşanê êrişên komên paramîlîter yên girêdayê Tirkiyeyê ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin, dan û diyar kirin ku dixwazin pêvajoya di 2014’an de li Kobanê hatiye jiyîn dîsa bê meşandin. Jinan diyar kirin ku tevî 10 sal derbas bûn jî zîhniyet hîna heman zihniyet e. BI DÎMEN 
 
* Keça girtiya nexweş Nazîme Avras ya 56 salî ku tevî înfaza wê temam bûye ji aliyê lijneya Girtîgehê ve nayê tahliyekirin, Mizgîn Avras wiha got: “Ev rewş nêzîkatiya li hember girtiyên nexweş nîşan dide. Lijne ji dayika min re dibêje ‘ji ji ber sûcê te kiriye poşmanî an na?’. Dayika min dibêje ez ne poşmanim. Tahliyeya wê ji ber vê tê astengkirin. Dadger biryara tahliyeyê dide lê lijne red dike.” BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar, diyar kir ku ev demeke dirêje li Rojhilata Navîn atmosfereke kaosê heye hem li ser navê gel hem jî di aliyê siyasî de, li ser dîzayneke nû ya Rojhilata Navîn di navbera hêzên hegemonîk de lihevkirinek heye û got: "Dewlet pêvajoya hevdîtinê asteng dike. Ji ber ku dizane her gotina birêz Ocalan wê di pêvajoya li Rojhilata Navîn de çiqasî bi bandor be." BI DÎMEN 
 
*Pêvajoya ablûkayê ya ku di sala 2015'an de dest pê kir, ne tenê komkujiyek, di heman demê de bû sembola jibîrnekirina vîna gel, berxwedana ku jin li pêş bû û rûmeta mirovahiyê. Gelê Cizîrê serî li ber zilmê netewand.