Li Hatayê jinek û zarokên xwe biguman jiyana xwe ji dest dan

  • 21:37 12 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hatayê jinek û sê zarokên xwe li mala lê dijiyan bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Li navçeya Îskenderun a Hatayê, xizmên malbata Kokçu agahî ji wan negirtin û agahî dan Navenda Lezgîn a 112’an. Li ser îxbarê ekîb hatin cihê bûyerê. 
 
Ekîbên hatin cihê bûyerê, Kader (35) û zarokên wê Îslaîl Ege (5), Elîf Bîlge(12) û Yîgît Efe Kokçu (14) bi bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane dîtin.
 
Bav Emrah Kokçu (43) ku ji ser hişê xwe çibû rakirin nexweşxaneyê. Sedema mirina 4 kesî wê piştî otopsiyê diyar bibe. Der barê mirinê de lêpirsîn hat destpêkirin.