Li Draguignan û Montpellierê êriş hatin şermezarkirin

  • 09:40 12 Kanûn 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Draguignan û Montpellierê yên Fransayê êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.
 
Li bajarên Draguignan û Montepllier ên Fransayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.
 
Draguingnan
 
Li Draguignanê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) meşek hate lidarxisitn.
 
Li gel Kurdistaniyan her wiha nûnerên Yekîtiya Ekolojîstan û Demokratan (UDE), Fransa ya Serî Natewî (FI), Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Konfederasyona Karê Giştî ya Fransayê (CGT) û Koorînasyona Komeleyên Mafê Kontrola Jidayikbûnê û Kurtajê tevlî çalakiyê bûn.
 
Bi navê Meclîsa Gelê Kurd daxuyanî hate dayin û hate ragihandin ku êrîş li ser îradeya gelê Kurd û Şoreşa Rojava tê kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dîrokê nîşan da ku faşîzm bi berxwedana rêxistinî ya gelan têk diçe. Niha dor hatiye me ku em vê wezîfeya dîrokî bi cih bînin."
 
Di meşê de dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Kurdistan" hatin qîrîn.
 
Montpellier
 
Li Montpellierê jî li hemberî êrîşên li ser Rojava mîtîngek hate lidarxistin. Kurd li gel dostên xwe yên Fransî diyar kirin ku ew bi Şoreşa Rojava re ne û li hemberî kiryarên dewleta Tirk û komên girêdayî wê, bêdeng namînin. Her wiha hate destnîşankirin ku êrîş bi esasî li hembeî şoreşa jinê û jiyana bi hev re ya gelan tê kirin.
 
Di çalakiyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrîşan hate şermezarkirin û ji bo xwedîderketina li Şoreşa Rojava bang hate kirin.

Etîketan:

jinnews