Kongra Star a Lubnanê: Bila Kurd nebin qurbanê kesî

  • 09:06 12 Kanûn 2024
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Berdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya Lubnanê a Kongra Star Henan Osman der barê êrîşên li hember Rojava de axivî û got tiştên li Rojhilata Navîn tên jiyîn dîrokî ne û got: “Em xwedî li Rojava derkevin. Bila Kurd nebin qurbanê kesî.”
 
Piştî êrîşa Heyeti Tehrir el-Şam (HTŞ) ya li hember axa Sûriyeyê rejîma BAAS'ê hilweşiya û HTŞ’ê li şûna rejîmê hikûmetek ava kir. Li aliyê din jî Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê êrîşên HTŞ’ê derfet dît û li hember Rêveberiya Xweser êrîş dan destpêkirin, êrîşên qadên sivîl dikin û gelek sivîlî jiyana xwe ji dest dan. Li dijî êrîşan ji her derê bertek tên û bêdengiya rêxistinên mafê mirovan a li dijî êrîşê balê dikşîne. 
Li aliyê din jî piştî êrîşa Israîlê ya li hember Fîlîstînê şûnde di berdewamiya wê de Israîlê gelek herêmên Lubnanê bombebaran kir û piştî van êrîşan bi hezaran Lubnaniyan koçî axa Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê kiribû. Bi êrîşên li hember Rojava re jiyana Lubnaniyên koçber bûbûn jî ket bin xetereyê.
 
Berdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya Lubnanê a Kongra Star Henan Osman der barê êrîşên li hember Rojava de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
‘Li Rojhilata Navîn xetereyek mezin heye’
 
Henan Osman da zanîn ku êrîşên li hember Rojava girêdayî geşedanên li Rojhilata Navîn e û got ji ber şerê li Lubnanê gelek kesî koçî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine. Henan Osman wiha got: “Ji Lubnanê gelek kes neçar man biçin Rêveberiya Xweser. Li Rojhilata Navîn xetereyek mezin heye. Lê ev xetere ji bo Krudan hîn cudatir in. Kesên li Lubnanê dijiyan ji ber şer çûn qadên Rêveberiya Xweser. Zarok jin hebûn. Ew herêm bi ewle bû. Lê niha di bin êrîşên Tirkiyeyê de ne.”
 
‘Me geşedanên li Rojava anî rojevê’
 
Henan Osman diyar kir ku bi êrîşan paradîgmaya neteweya demokratîk hedef tê girtin û wiha domand: “Di heman demê de êrîş li hember destkeftiyên Kurdan e. Em ê wek Kongra Star a Lubnanê, li her derê li dijî êrîşan têkoşîna xwe bimeşînin, dengê xwe bilind bikin. Em ji rojname û ajansên navneteweyî re dinivîsin. Di êrîşan de li hember jinan polîtîkayên qirêj tên meaşndin. Em tiştên li Rojava diqewimin dikin rojevê. Divê em li dijî êrîşan bibin yek deng.”
 
Pêvajoya dîrokî ye
 
Henan Osman daxuyakirin ku rojeva Kurdên li Lubnanê êrîşên li hember Rojava ne û wiha anî ziman: “Em di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin. Bi peymana Sykes-Pîcot mafên Kurdan ji dest hatin girtin. Bi wê peymanê axa Kurdan hat parçekirin. Dewletên emperyalîst niha dixwazin nexşerêya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bikin. Tiştên dema dawî diqewimin ji bo me derfet e. Em berxwedanê bidomînin em ê bi rengê xwe li Rojhilata Navîn cihê xwe bigirin. Ji ber vê divê her kes xwedî li Rêveberiya Xweser derkeve. Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li destkeftiyên jinan e. Bila Kurd nebin qurban. Em destûrê nedin vê yekê.  Parastina Rêveberiyên Xweser demokratîkbûna Sûriyeyê ye.”

Etîketan:

jinnews Rojava