Di 7 salan de koçberiya duyemîn: NY çima bêdeng e?
- 09:05 12 Kanûn 2024
- Rojane
RIHA - Efriniyên ku li Şehbayê bûn di encama êrîşên Tirkiye û hêzên girêdayê wê de cara duyemîn neçarî koçberiyê bûn. Rêvebera Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Zeynep Suleyman der barê mijarê de axivî û da zanîn ku wê gel bi hêzên parastinê li berxwe bidin û got: “NY li ku ye, çima bêdeng e?”
Heyet Tehrir el-Şam (HTŞ) di 26’ê Mijdarê de êrîşî Heleb, Humusê kir û gelek bajar kir bin kontrola xwe. Di encama êrîşên HTŞ’ê de Şam xistin bin kontrola xwe û rejîma Baas di 8’ê kanûnê de ket. Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayê wê, ev wek derfet dît û li hember herêmên bin kontrola Rêveberiya Xweser de êrîş dan destpêkirin.
Tirkiyeyê di 2018’an de êrîşê Efrînê kir û di encama êrîşan de bi dehezaran Efrînî li kampên Şehbayê bi cih bûbûn. Ji sedhezarî zêdetir Efrînî li Şehbayê bûn. Lê Tirkiye û komên girêdayê wê êrîşên HTŞ’ê ji xwe re kir derfet û dest bi êrîşan kir. Li dijî êrîşan Yekîneyên Parastina Gel li ber xwe didin, herêmên di bin kontrola Rêvebeiya Xweser tahliyeyê herêmên bi ewle dibin.
Rêvebera Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Zeynep Suleyman der barê êrîşên Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayê wê de axivî.
Cara duyemîn koçber bûn
Zeynep Suleyman diyar kir ku gelê Efrînê cara duyemîn ji cihê xwe bûne û di 2018’na de gelê Efrînê ji ber êrîşên Tirkiyeyê neçar mabûn koçî Şehbayê bikin. Zeynep Suleyman wiha dirêjî dayê: “Tiştên ku demên dawî de hatin jiyîn ji êrîşên 2018’an yên li hember Efrînê hîn bêtir xerab bûn. Ji ber ji gelek aliyan êrîş hebûn. Bi hezaran kes ji gundên Şehbayê derketin û hewl dan derbasî qadên bi ewle bibin. Ber bi Tebqa, Reqa, Minbiç, Kobanê, Dêrikê ya di bin Rêveberiya Xweser de bûn çûn. Niha yên li Tebqayê hewl tên dayîn ku bên bicihkirin.”
‘Li Şehbayê niha 30 hezar kes hene’
Zeynep Suleyman di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve gel bi wesayîtan veguhestine cihên bi ewle û wiha dawî lê anî: “Em jî li Tebqayê dimînin. Daxwaza gel a esas ev e ku derbasî herêmên bi ewle bibin. Gel du car e heman tiştî dijî. Yên bi me re ji Şehbayê derketin, nav wan de jinên ducanî hebûn. Yên di wesayîtan de zarokên xwe anîn dinê hebûn. Neteweyên Yekbûyî (NY) çima bêdeng e, li ku ye? Yên li dijî van êrîşan bêdeng dimînin hevkarê vî sûcî ne. Çima her kes ji herêmê derket û çima sivîl bi êrîşan re rû bi rû hatin hiştin. Hêzên parastina gel li dijî êrîşan berxwedanek mezin nîşan didin. Niha li Şehbayê nêzî 30 hezar kesî hene. Rewşa wan ne zelal e. Lê em ê bi hev re li dijî êrîşan li berxwe bidin.”