Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir

  • 11:35 16 Cotmeh 2024
  • Hiqûq
 
 
ENQERE - Dadgeha Îstînafê îtîraza malbata Dedeogûllari ya ji bo êrişa ewil ku xwest bersûc ji sûcê li dijî mirovahiyê bên darizandin red kir. 
 
Ferdên malbata Dedogûllari li navçeya Meramê ya Konyayê cara ewilî di 12’ê gulana 2021’an de bi êrişa nijadperest re r û bi rû mabûn. Paşê di 30’ê tîrmeha 2021’an de êrişa duyemîn li dijî malbatê pêk hat û 7 ferdên malbatê di êrişa nijadperest de hatin qetilkirin. 
 
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) malbatê ji bo êrişa ewil li dijî biryara beraeta bersûcan û bi daxwaza ku bersûc ji sûcê li dijî mirovahiyê pêk anîne bên darizandin serî li Dadgeha Îstînafê da û îtîrazî biryarê kir. Dadgeha Îstînafê daxwaz ango îtîraza malbatê red kir. 
 
Ji malbatê tenê Çetîn Dedeogûllari maye û parêzeran li ser navê wî serî li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê da û xwest beraeta bersûcan li dijî hiqûqê ye û divê hikum li wan bê birîn. 1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêma Konyayê serlêdanê nirxand û biryara dadgeha beraetê ya dadgeha herêmî erê kir. 
 
Dadgeha Îstînafê îtîraza malbatê nirxand û biryara 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê di cih de dît. 
 
Dê serî li AYM'ê bidin
 
Parêzerên malbatê diyar kirin ku ew ê li dijî biryarê serî li temyizê û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.