Çalakiya nobetê ya Dayikên Aştiyê dewam dike

  • 13:22 16 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Çalakiya nobedê ya ku ji aliyê endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ve bi dirûşmeya "Li dijî şer, hema niha aştî" di roja xwe ya 2'yem de didome.
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li bajaroka Tilqebîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê bi daxwaza "Li dijî şer, hema niha aştî" hatin cem hev. Çalakiya nobedê ya ku ji Amed, Wan, Êlîh, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt, Îzmîr û Mêrsînê gelek Dayikên Aştiyê amade bûn, di roja xwe ya 2'yem de berdewam dike.
 
Tevî astengiyan jî berxwedan didome
 
Dayikan ji bajarokê Tilqebînê yê li ser sînorê Herêma Başûrê Kurdistanê bang li Barzanî kirin û bang li PDK'ê kirin ku dawî li hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re bîne û xwîna zarokên Kurd nerijîne. Tevî hewldana leşkeran a astengkirina nobedê jî Dayikên Aştiyê bi stran, tilîlî û çepikan nobeda xwe didomînin.