Pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilat didomin

  • 13:43 16 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya hatina Newrozê pîrozbahî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi coşeke mezin dewam dikin.
 
Newroza azadiyê ku hemû salê li her devera Kurdistanê bi coş û xiroşeke mezin tê pêşwazî û pîrozkirin, îsal jî weke salên bihorî li Rojhilatê Kurdistanê tevî hemû zextên dewleta Îranê bi coşeke mezin destpê kiriye û her roj li gelek deverên wê tên pîrozkirin.
 
Newroz doh li bajarên Seqiz, Bokan, Mihabad û gelek bajar û gundên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi pêxistina agirê Newrozê û gerandina govendan hat pîrozkirin.
 
Di merasîmên doh de ku sirûdên şoreşgerî hatin qêrîn, girseyên heta derengiya şevê li dora agirê Newrozê gowend gerandin û ji Newroz û demsala Biharê ya sala nû pêşwazî kirin.
 
Tê payîn ku wê pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê dewam bikin. Wê li hin cihan ku hêj roj û saetên wan nehatine eşkerekirin wê Newrozên fînal jî werin lidarxistin.