Pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilat didomin 2024-03-16 13:43:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya hatina Newrozê pîrozbahî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi coşeke mezin dewam dikin.   Newroza azadiyê ku hemû salê li her devera Kurdistanê bi coş û xiroşeke mezin tê pêşwazî û pîrozkirin, îsal jî weke salên bihorî li Rojhilatê Kurdistanê tevî hemû zextên dewleta Îranê bi coşeke mezin destpê kiriye û her roj li gelek deverên wê tên pîrozkirin.   Newroz doh li bajarên Seqiz, Bokan, Mihabad û gelek bajar û gundên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi pêxistina agirê Newrozê û gerandina govendan hat pîrozkirin.   Di merasîmên doh de ku sirûdên şoreşgerî hatin qêrîn, girseyên heta derengiya şevê li dora agirê Newrozê gowend gerandin û ji Newroz û demsala Biharê ya sala nû pêşwazî kirin.   Tê payîn ku wê pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê dewam bikin. Wê li hin cihan ku hêj roj û saetên wan nehatine eşkerekirin wê Newrozên fînal jî werin lidarxistin.