Bernamzetên DEM Parti yên Wanê xwe dan nasîn
- 22:36 10 Çile 2024
- Rojane
WAN - DEM Partiyê bi bernameya ‘bernamzetên me diaxivin’, bernamzetên hevşaredariya Wanê di weşana zindî de dan nasîn.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti),beriya pêş hilbijartina ku wê 13-14’ê Çile de pêk bîne, bernamzetên xwe bi bernamzeya zindî ya ‘bernamzet diaxivin’ derdixe pêşberî gel.
Bernameya ewil bi bernamzetên hevşaredariya bajarê mezin a Wanê hat destpêkirin. Civîn bi moderatoriya rojnameger Serdar Altan li ser hesabên çapemeniya dijital a partiyê û kanala youtubê hat weşandin. 3 jê jin 12 bernamzetî bi dorê hem xwe hem jî projeyên xwe dan nasîn.
Ji bo her bernamzetî 5 deqe dem hat dayîn û bernamzetan bang li gel kirin.