Li girtiya nexweş Hanîfe Arslan gef hat xwarin

  • 17:13 9 Çile 2024
  • Rojane
WAN – Girtiya nexweşiya giran Hanîfe Arslan a 76 salî ya li Girtîgeha Tîpa T a Wanê de ye, gelek nexweşiyên wê hene û dema rakirine nexweşxaneyê, ji aliyê gardiyanan ve gefa “Em ê te bêyî tedawî bikin bibin girtîgehê” lê hat xwarin. Kurê wê Mehmet Arslan, diyar kir ku serlêdanên wan bê bersiv dibînin û banga berdana dayika xwe kir.
 
Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtiya nexweşiya giran Hanîfe Arslan a 76 salî, tevî temenê xwe yê mezin û pirsgirêkên tenduristiyê yên giran nayê berdan. Hanîfe ku ev nêzî 19 meh in di girtîgehê de ye, nexweşiya KOAH, mîde û tansiyona bilind heye. Hanîfe ku di 1 û 3’yê Çileyê de nexweş ketibû, rakirin Nexweşxaneya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê. Hate tomarkirin ku dema Hanîfe ya ku rakirin nexweşxaneyê ji ber ku nikare bimeşe kursiya bi teker xwestiye, ji aliyê gardiyanan ve gefa, “Eger tu careke din bibêjî kursiya bi teker, em ê bêyî ku te bibin cem bijîşk, careke din te bibin girtîgehê” lê hatiye xwarin.
 
Kurê Hanîfe, Mehmet Arslan têkildarî mijarê de ajansa me re axivî û got ku divê demildest dayika wî bê berdan.
 
Daxwaza xwestina kursiya bi teker hat redkirin
 
Mehmet, destnîşan kir ku gelek nexweşiyên dayika wî heye û wiha got: “Serçokên wê seqet in û tansiyana wê gelek bilind e, derdikeve ser 22’yan. Dema tansiyona wê bilind dibe radikin nexweşxaneyê. Lê dema ew birin jî, gardiyan û gardiyanên jin a li kêleka wê bi gotina ‘pişta me diêşe’ nexwestin kursiya bi teker def bidin û yek ji wan jî berê gotibû ‘ez ducanî me’ û ji ber vê hincetê dîsa vê daxwazê red kiribûn. Ji ber ku serçokên dayika min seqet e nikare bimeşe. Dema tansiyona wê bilind be qet nikare li ser nigan bimîne. Me li ser vê rewşa ku di şeva 1’ê Çileyê de pêk hat, roja duşemê bi midûrê girtîgehê re axivî. Midûrê girtîgehê got ku haya wî ji vê yekê tune ye û teqez ew ê careke din neqewime û ew ê tedbîrên guncav bigirin. Ji xeynî vê mûameleyê divê demildest dayika min bê berdan. Ji ber ku li wir dermankirina nexweşiyên wê nîne. Ger ku tansiyona wê ger ku bilind bibe, dermanên kêmkirina tansiyonê tê dayîn. Dema serçokên wê biêşin dermanê êşbirê tê dayîn. Ne bi tenê nexweşiyekê, gelek nexweşiyên wê hene. Ger ku bi tenê çokên wê bûna dê bikaribûya îdare bike. Lê belê nexweşiyên tansiyon, şekir û dil jî hene. Demildest bila dayika min bê berdan û em tedawiya wê li derve bikin. Bi tenê daxwaziya me ev e. Her wiha nexweşiya wê ya KOAH’ê jî heye û ev yek jî bandorê wê dike.”
 
Serlêdan bê encam dibînin
 
Mehmet, bi bîr xist ku ji bo dayika wî bê berdan gelek caran serlêdan kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me berê jî gelek caran serlêdan kir. Lê heta niha tu bersiveke erênî nedane me. Nexweşxaneya Herêmî ya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê rapora ‘nikare li girtîgehê bimîne’ nedaye û nade tu girtiyan. Gardiyan tim û tim ji dayika min re dibêjin, ‘Dayê, ne xwe û ne jî me biwestîne, em belasebe diçin.’ Dayika min 3 caran çûye girtîgehê û her 3 caran jî rapora ‘Çokên wê seqet in û pirsgirêkên wê yên dil hene, lê dikare di girtîgehê de bimîne’ da. Rewşa dayika min ne xema tu kesekî de ye. Dayika min di nasnameyê de 76 salî ye, lê wekî din 81 salî ye. Di nasnameyê de wisa hatiye nivîsîn. Keseke ku di vî temenî de be wê çawa tendûristiya wê baş be? Dayika min bêsûc û sedem girtî ye. Demildest dayika min bila bê berdan. Em li derve tedawiya wê bikin.”