Li Wanê nobed 36 roj in didome: Abdullah Ocalan Rêberê Gelê Kurd e

  • 15:14 9 Çile 2024
  • Rojane
WAN - Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” di roja 36'an de didome. Di çalakiya îro de wiha hat gotin: "Abdullah Ocalan Rêberê Gelê Kurd e û divê tecrîd bê bidawîkirin."
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edealetê kirin.  
 
Li Wanê jî çalakiya Nobeda Edaletê di roja 36'emîn de li avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” berdewam dike. Çalakiya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan ve hatî destpêkirin bi serdanan didome. 
 
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Wanê, bernamzetên şaredariyê yên DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes îro serdana çalakiya Nobeta Edaletê kirin. 
 
Di serdanê de parlamenter Mahmut Dîndar axivî û diyar kir ku 44 roj in li girtîgeha çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê polîtîkayên tecrîdê yê li hemberî Birêz Abdullah Ocalan bê bidawîkirin. 3 sal jortire malbat û parêzer naçin hevdîtinê. Birêz Abdullah Ocalan Rêberê Gelê Kurd e, Gelê Kurd wisa qebûl dike. Divê demildest hevdîtin bê destpêkirin û tecrîd bê bidawîkirin. Ji bo pêkanîna aştiyê tekane rê bi têkbirîna tecrîda li Îmraliyeyê."
 
Nobeta Edaletê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam dike.