TJA'yê jinên Şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî

  • 14:40 9 Çile 2024
  • Rojane
WAN - Parlamentera DEM Partiyê  Gulderen Varli a ku di çalakiya TJA'yê ya ji bo 3 siyasetmedarên jin ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin de axivî got, “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî îşkence û polîtîkayên zextê li her qadê mezin bikin."
 
Tevgera Jinen Azad (TJA) ya Wanê bi boneya salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz (Sara), Leyla Şaylemez (Ronahî) û Fîdan Dogan (Robjîn) ên di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya bîranînê li dar xist. Di çalakiya bîranînê ya ku li ŞanoWanê hat lidarxistin de, rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), bernamzedên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê, Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê xizmên xwe winda kirine (MEBYA-DER), Komeleya Çand û Hunerê ya Aryen, Komeleya Lêkolîna Çand û Hunerê ya Ziman (ARSÎSA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî bûn.
 
'Tu mudxeleyan bi me gav paşve neda avêtin'
 
Beriya bername dest pê bike cihê bernameyê bi qurnefîl, find û wêneyên sê siyasetmedarên Kurd hate xemilandin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî guhdarkirina helbestan li ser navê TJA'yê Parlamentera DEM'ê ya Wanê Gulderen Varli axivî û got, “11 sal di ser Komkujiya Parîsê re derbas bûn û hêj kujer nehatine eşkerekirin. Em dizanin ku bi MÎT’ê re 3 hevalên me yên jin û hevrêyên me hatine qetilkirin. Di encama polîtîkayên sedsalan ên Tirkiyeyê yên li hemberî kurdan 3 hevalên me yên jin hatin qetilkirin. Qetilkirina rêheval Sakîne bandorek mezin li ser jinên Kurd û ciwanên Kurd kir. Têkoşîna Sakîne têkoşîna jinê bû. Gelê Kurd di têkoşîna xwe ya azadiyê de di bi dehan komkujiyan re hatiye derbaskirin. Lê tu zextan bi me paşve gav nedaye avêtin. Yên ku ev komkujî kirin bila bizanibin ku em kesên bi şahadeta xwe jî ji nû ve heyî dibin."
 
'Li hemberî têkoşîna wan bejna xwe ditewînim'
 
Gulderenê di berdewamiya axaftina xwe de got, "Sakîne sembola jinên Kurdistanê ye" û wiha pê de çû, "Têkoşîna Sakîne rê nîşanî me dide. Li dijî van êrîş, îşkence û polîtîkayên ferzkirina koçberiyê em ê li her qadê têkoşîna xwe mezin bikin. Berdêl çi dibe bila bibe, em amade ne ku  vê berdêlê bidin. Sakîne û rêhevalên wê bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînim. "Ez bi rêzdarî li ber têkoşîna wan bejna xwe ditewînim."
 
Piştî axaftinan  dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Çalakî bi xwendina helbestan berdewam kir û piştre bi nîşandana sînevîzyona têkoşîna 3 siyasetmedarên jin ên hatin qetilkirin bi dawî bû.