Kesên lî Mêrdînê hatin binçavkirin serbest berdan
- 10:29 28 Mijdar 2023
- Rojane
MÊRDÎN - Duh li Mêrdînê bi ser gelek malan de hatibû girtin û 17 kes hatibûn binçavkirin. Her 17 welatî jî hatin berdan.
Polîsan duh li navçeyên Qoser, Dêrik û Nisêbînê bi ser gelek malan de girtin û 17 kes binçav kirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê, tevahiya welatiyan hatin berdan.
Welatî, bi îdiaya parvekirinên li ser medyaya dijîtal hatibûn binçavkirin û hat zanîn ku li emniyetê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine sûcdarkirin.