TJK-E’yê çalakiyên 25’ê Mijdarê silav kir

  • 15:06 27 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E’yê çalakiyên 25’ê Mijdarê silav kir û got: “Em ê bibin pêşengên guherîn û veguherîneke hîn xurttir.”
 
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek nivîskî da û got: “Tevgera Azadiyê ya Kurd nîşanî me daye ku jinên şer dikin, xwe bi rêxistin dikin û pêşengiyê dikin di jiyanê de bedew dibin.”
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kiriye ku rizgariya civakê tenê bi azadiyê pêkan e û hate gotin ku felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ îro gihiştiye asteke gerdûnî.
 
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: “Pêngava ‘Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşê ve dimeşin’ û ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ li gelek welatan ji aliyê gelek akademîsyen, profesor û siyasetmedaran ve hatiye deklarekirin.
 
25’ê Mijdarê jinan mîna li seranserê cîhanê li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê jî bi reng, pankart, dirûşme û tilîliyên xwe qad tejî kirin. Jinan hemûyan peyama ‘Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye’ dan.
 
Em jinên TJK-E’yî diyar dikin ku wê bibin pêşengên guherîn û veguherîneke ji ya berê hîn xurttir.”