Li Stenbolê ji bo ‘Meşa azadiyê’ bang
- 22:45 17 Mijdar 2023
- Rojane
STENBOL- Li navçeyên Eyup û Şîşlî ya Stenbolê der barê ‘Meşa Azadiyê’ ya Gemlîkê de civînên gel pêk hatin. Di civînan de hat diyar ku şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya fîzîkî divê bibe rojeva esas a gelê Kurd.
Der barê Meşa Azadiyê ya Gemlîkê de li Eyup û Şîşlî ya Stenbolê civînên gel pêk hatin. Lingê Meşa Azadiyê ya Stenbolê 19’ê Mijdarê de destpê dike.
Civîna li HEDEP a Eyupê pêk hat û TUHAY-DER, ANYAKAY-DER, Tevgera Jinên Azad(TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) DBP, HDP û gelek kes tevli bûn.
Endamê KCD’ê Sedat Şenoglu axivî û diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hemû kes tevli meşa Gemlîkê bibin.
Piştre namzeya Abdullah Ocalan ya li Îmraliyê Nivîsîbû hat xwendin.
Endamê DBP’ê Mevlut Aykoç jî axivî û daxuyakirin ku meşa Gemlîkê gelek girînge û got wê wê jib o azadiyê têbikoşin.
Civîn bi banga tevlibûna meşa azadiyê ya Gemlîkê bidawî bû.