Li Egeyê şewata daristanan
- 17:58 3 Îlon 2023
- Rojane
ÎZMÎR- Hewltanên temirandina şewata li Kutahyayê diome û li Mugla û Îzmîrê jî şewat xistin bin kontrolê.
Li herêma Egeyê ji ber şewatên derketin gelek qadên daristanan tûne bûn. Li Kutahyayê navbera gundên Kozluca û Ortanca şewat derket. Li ser îxbarê ekîbên Midûriyeta Herêma Daristanê ya Kutahyayê ji bo temirandinê xebat dan destpêkirin.
Li Îzmîr û Muglayê jî saetên nîvro de şewat derket û piştî mudaxaleyê şewat xistin bin kontrolê. Şewata li taxa Barutçu ya Selçukê jî piştî mudaxaleyê hat temirandin.
Li Marmarîs a Muglayê jî şewata derket bi mudaxaleya hewayî û bejayî hat temirandin.