Li Egeyê şewata daristanan 2023-09-03 17:58:21   ÎZMÎR- Hewltanên temirandina şewata li Kutahyayê diome û li Mugla û Îzmîrê jî şewat xistin bin kontrolê.   Li herêma Egeyê ji ber şewatên derketin gelek qadên daristanan tûne bûn. Li Kutahyayê navbera gundên Kozluca û Ortanca şewat derket. Li ser îxbarê ekîbên Midûriyeta Herêma Daristanê ya Kutahyayê  ji bo temirandinê xebat dan destpêkirin.   Li Îzmîr û Muglayê jî saetên nîvro de şewat derket û piştî mudaxaleyê şewat xistin bin kontrolê.  Şewata li taxa Barutçu ya Selçukê jî piştî mudaxaleyê hat temirandin.   Li Marmarîs a Muglayê jî şewata derket bi mudaxaleya hewayî û bejayî hat temirandin.