Li Wanê serdana esnafan hat kirin

  • 14:37 2 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
WAN – Li navçeyên navendî yên Wanê bi tevlîbûna Parlamentera Berê ya HDP’ê Pervîn Buldan ve serdana esnafan hat kirin û li daxwazên welatiyan hat guhdarkirin.
 
Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) ve li navçeyên navendîn ên Rêya Armûşê, Tûşba û Artemêtê serdana esnafan hat kirin.
 
Li Rêya Armûşê tevî Parlamentera HDP’ê Pervîn Buldan, Tevgera Jinên Azad (TJA), TUHAY-DER û gelek kesan ve serdana esnafan hat kirin. Di dema serdanê de welatî hatin slavkirin û li daxwazên welatiyan hat guhdakirin. Di serdana ku eleqeyek mezin dît de, welatiyan bi Pervîn re wêne kişandin.
 
Di heman demê de li Tûşbayê parlamenter Gulderen Varli û rêvebiran, li Artemêtê jî Zulkuf Uçar û rêvebiran serdana esnafan pêk anîn û li daxwazên gel guhdar kirin.