Li Wanê serdana esnafan hat kirin 2023-09-02 14:37:14       WAN – Li navçeyên navendî yên Wanê bi tevlîbûna Parlamentera Berê ya HDP’ê Pervîn Buldan ve serdana esnafan hat kirin û li daxwazên welatiyan hat guhdarkirin.   Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) ve li navçeyên navendîn ên Rêya Armûşê, Tûşba û Artemêtê serdana esnafan hat kirin.   Li Rêya Armûşê tevî Parlamentera HDP’ê Pervîn Buldan, Tevgera Jinên Azad (TJA), TUHAY-DER û gelek kesan ve serdana esnafan hat kirin. Di dema serdanê de welatî hatin slavkirin û li daxwazên welatiyan hat guhdakirin. Di serdana ku eleqeyek mezin dît de, welatiyan bi Pervîn re wêne kişandin.   Di heman demê de li Tûşbayê parlamenter Gulderen Varli û rêvebiran, li Artemêtê jî Zulkuf Uçar û rêvebiran serdana esnafan pêk anîn û li daxwazên gel guhdar kirin.