Li Ser sînorê Kobanê banga li peyama îmraliyê xwedî derkevin
- 15:01 30 Kanûn 2024
- Rojane
RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar li nobeda berxwedanê ya ku li ser sînorê Pirsûs-Kobanê li dijî êrîşên Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, axivî û got, "Em ji bo peyama Rêbertî dibêjin 'em amade ne'. Divê xwedî li peyama rêbetî bê derketin."
Çalakiya nobedê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê, li dijî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 8’an de dewam kir. Çalakiya nobedê ya ku bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatibû destpêkirin, bi tevlîbûna parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Ferît Şenyaşar, Dîlan Kunt Ayan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kesî dewam kir.
Di çalakiya nobetê de li dijî êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pankarta bi nivîsa "Rojava rûmeta me" hat vekirin û daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Banga tevlibûna meşa Pirsûsê kirin
Nûnerê MEBYA-DER'ê yê navçeya Çinara Amedê Ridvan Oncel diyar kir ku 10 sal berê li ser sînorê Kobanê bûn û got, "Em ji bo pêşî li komkujiyan bigirin hatin vir. Em her kesî vedixwînin meşa ku di 3'ê Çile de li Pirsûsê bê lidarxistin."
Parlamenterê Riha yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar ku piştre mafê axaftinê girt, diyar kir ku ew bi gelê Kobanê re di nava piştevaniyê de ne û wiha berdewam kir: “Divê Erdogan çeteyên xwe yên kirêt ji Rojava vekişîne. Îmralî ji bo peyama ku hat em dibêjin 'em amade ne' Mîna sala 2014'an em ê dest ji çalakiya xwe bernedin. Ger me bi ruhê Kobanê li ber xwe bidin, em ê dîsa berxwedanê bidomînin.”
Li aliyê din banga tevlîbûna meşa ku di çarçoveya çalakiya nobedê ya 3'ê Çile de li Pirsûsê bê lidarxistin, hat kirin.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.