'Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike'

  • 10:38 30 Kanûn 2024
  • Rojane
 
Derya Ren
 
RIHA - Berdevka Çapemeniya YPJ'ê Rûken Cemal êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin û diyar kir ku bi van êrîşan dixwazin tevahiya xaka Sûriyeyê dagir bikin û der barê rojnamegerên hatin qetilkirin de jî got, "Em ê bi têkoşînê girêdanbûna xwe bi wan re nîşan bidin. "
 
Bi hilweşîna rejîma Baasê ya 61 salî ya li Sûriyeyê re şer û krîza li Rojhilata Navîn ketin qonaxeke din. Tirkiye û komên wê yên paramîlîter bi sûdwergirtina ji vê kaos û hawîrdora krîzê êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Di êrîşên ku hatin destpêkirin de gelek kes hatin qetilkirin, rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn jî di 19’ê Kanûnê de bi SÎHA'yên  artêşa Tirk hatin qetilkirin.
 
Li aliyê din li dijî êrîşan li ser bendava Tişrîn û Qereqozax ku Tirkiye û komên paramîlîter êrîşên xwe didomînin berxwedaneke mezin tê dayîn, lê Tirkiye nikare encamên ku dixwaze bi dest bixe. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê daxwaz ji raya giştî dike ku li hember polîtîkayên şerê taybet bi taybet şerê psîkolojîk ku li herêmê tê meşandin hestiyar bin.  
 
Berdevka Çapemeniya Parastina Jinan (YPJ) Rûken Cemal êrîşên Tirkiyeyê, geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn nirxand.
 
Hilweşîna rejîma Baasê
 
Rûken Cemal da zanîn ku ji 27’ê Mijdarê û vir ve êrîşên li ser xaka Sûriyê berdewam dikin û got, “Di serdema rejîma Baas a 61 salan de hemû gelê Sûriyê bi taybet gelê Kurd bi îşkence û zextên mezin re rûbirû ma. Li dijî rejîmê dem bi dem serhildan çêbûn. Di sala 2011’an de bi Bihara Ereban re tevahiya Rojhilata Navîn bi taybet Sûriye kete pêvajoyeke nû. Bi vê pêvajoyê re Tirkiye jî di nav de hemû hêzên hegemonîk tevlî pêvajoyê bûn. Dixwestin ji vê valahiyê sûdê werbigirin û xeyalên xwe yên nû yên Osmaniyan bixin meriyetê. Vê jî dixwazin bi  alîkariya çeteyan bikin.
 
'Cîhanê ji berxwedanê re şahidî kir'
 
Rûken Cemal bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aloziya li ser xaka Sûriyeyê sûdê werdigire û wiha dewam kir: "Tirkiye ji sala 2012'an û vir ve bi komên cuda yên çete êrîşî herêmên me dike. Li hemberî van êrîşan berxwedaneke mezin hate kirin. Hemû cîhan şahidî ji  vê berxwedanê re  kir. Ji ber ku ne tenê Kurdan gelên din ên li vê erdnîgariyê dijîn jî di nava berxwedanê de ne. Çawa ku me bi yekitiya gelan êrîş şikandin, em ê niha jî êrîşan pûç bikin. Çawa ku me weke YPJ-YPG çeteyeke barbar a weke DAIŞ’ê têk bir, em ê dîsa bi heman rengî li ber xwe bidin. Em li hemberî êrîşan roj bi roj xurtir bûn û tevgera me bû tevgereke navneteweyî . Ji ber ku hêzên parastinê ne tenê me gelên din ên li vê erdnîgariyê dijîn jî di nav xwe de dihewîne. Me çawa êrîşên Tirkiyeyê yên di salên 2018 û 2019’an de û planên wê yên li ser Dêra Zorê têk birin, em ê dîsa li ber xwe bidin.”
 
'Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike'
 
Rûken Cemal anî ziman ku Tirkiye her dem êrîşî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û got, “Hêzên me di dîroka mirovahiyê de bedelên mezin dane. Ji bo mirovahiyê şerê rûmetê kirin. Tirkiye niha dixwaze ji valahiya Sûriyê sûd werbigire. Çawa ku HTŞ'ê dest bi dagirkirina gelek bajarên Sûriyeyê kir, Tirkiyeyê jî ji vê rewşê sûd wergirt û êrîşî cihên di bin kontrola hêzên me de kir. Me mehek li pey xwe hişt û pevçûnên pir tund berdewam dikin. Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike. Êrîşên wê yên niha jî parçeyek ji vê ye. Êrîşên li ser cihên ku hêzên me lê ne, hem ji hewayî hem jî ji bejahî ve berdewam dikin. Roj bi roj êrîşên xwe zêdetir dike ji ber ku me wek asteng dibîne li ber planên ku dixwaze li herêmê bixe meriyetê."
 
'Êrîş tên şikandin'
 
Rûken Cemal bal kişand ku di êrîşan de jin dibin hedef û got, “Ji ber ku dizanin jin li herêmê xwedî îradeyeke mezin in, nêzîkatiyên qirêj li hemberî jinan tê nîşandan. Her wiha em dizanin ku nêzîkatiyên wisa qirêj li hemberî zarokên biçûk jî hene. Dixwazin tola xwe ji jinan hilînin. Hêzên me di her qadê de rola pêşeng dilîzin. Mînak li Tişrîn û Qereqozaxê rewş wiha ye. Em di şexsê Şehîd Ronahî de berxwedana jinên YPJ’ê dibînin. Parastina Tişrîn û Qereqozax tê wateya parastina hemû herêmên din. Tirkiye dixwaze Qereqozax bigire û ber bi Kobanê ve here. Lê bi saya berxwedana şervanên wekî Heval Arjîn, Zeynep û Ezîz Ereb êrîş tên şikandin. Di êrîşan de me bedelên mezin dan. Di vê têkoşînê de hevalên me yên rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ku bûn dengên berxwedanê û di heman demê de polîtîkayên şerê taybet ên Tirkiyeyê pûç kirin, bûn hedefa êrîşên SÎHA'yan û hatin qetilkirin.”
 
Qetilkirina Nazim û Cîhan
 
Rûken Cemal got, “Bi qetilkirina rojnamegeran xwestin rastiyan veşêrin” û wiha dirêjî dayê: “Lê niha li qadê hevalên me yên rojnameger hene ku rastiyê ji raya giştî re radigihînin û hewl didin rastiyê ji raya giştî re ragihînin. Ez bi rêzdarî li ber bîranîna hemû hevalên me yên rojnameger ên hatin qetilkirin Nazim û Cîhan bejna xwe ditewînim. Ez hezkirin û hurmeta xwe ji malbat û hevrêyên wan re dişînim. Me di nûçeyan de dît ku her du hevalan jî bi bedelên mezin ked dane û nûçe şopandine. Me Heval Nazim di azadkirina Dêra Zorê de dît. Di heman demê de me fedekarî û keda Heval Cîhan di êrîşa li ser Eyn Îsa û Girê Spî de dît. Bi kamera û pênûsên xwe destana şoreşa jinê û fedekariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji raya giştî re ragihandin. Heval Nazîm û Cîhan çûn wir û bi nûçeyên ku çêkirin qetlîamên li ser gelê me belge kirin."
 
'Nazîm û Cîhan bûn dengê gel'
 
Rûken Cemal da zanîn ku Tirkiye bi zanebûn rojnamegeran dike hedef û got, “Divê Tirkiye hesab bide. Bertekên li hemberî êrîşên Tirkiyeyê girîng in, lê divê gavên berbiçav bên avêtin. Divê em ji van qetlîam û sûcên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kirin bipirsin. Heval Nazim û Cîhan ên hatin qetilkirin bi fedekarî, ked û cesareta xwe bûn dengê Şervanan û gelê herêmê. Em ê tu carî fedekariyên wan ji bîr nekin. Bîranînên wan wê her tim rêya me ronî bikin. Bi coş û wêrekiya wan em ê polîtîkayên şerê taybet ên Tirkiyeyê yên li herêmê têk bibin. Em ê bi têkoşîna xwe girêdana xwe ya bi wan re nîşan bidin."