Partiyên Kurdistanî: Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye
- 11:25 24 Kanûn 2024
- Rojane
AMED - Partî û saziyên Kurdistanî yên li bakurê Kurdistanê, têkildarî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, hêzên navneteweyî û dewleta tirk hate kirin û wiha hate gotin: “Gelê Kurd dê di vê sedsalê de bêstatû nejî. Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye. Xwedî li statûya Rojava derkevin û rê li ber êrişên ser Rojava bigirin.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadî, Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokrat (DDKD), Komeleya Şêx Seîd û Platforma Yekitiya Jinên Kurd têkildarî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyeke hevpar didin. Daxuyanî li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat tê dayin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û nûnerên partî û saziyên din jî tev li bûn. Di daxuyaniyê de bi zaravayên Kurdî yên Kurmancî û Dimilî pankarta “Parastina Rojava pêkanîna yekitiya neteweyî ye” hate hilgirtin.
Metna hevpar ji hêla endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a DBP’ê Bêrîvan Helen Işik ve tê xwendin.
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Parastina Rojava Pêkanîna Yekitiya Netewî ye.
Li cîhanê û herêma me pêşketinên girîng ên siyasî pêk tên. Sînorên sed sal berê ji hêla hêzên serdest ve hatine xêzkirin û statûkoya hatiye avakirin îro bi lez diguhere. Wekî sed sal berê îro jî Kurdistan di navenda van pêşketin, guherîn û veguhrînan de cih digire. Statûkoya li ser înkara kurd û Kurdistanê hatî avakirin perçe perçe hildiweşe û rewşek polîtîk a nû derdikeve holê. Ev rewş di serî de gelê kurd ji bo hemû gel, bawerî û çandên herêmê derfeta despêkek nû dide. Hêvî ew e ku pergalek hemû pêkhateyên vê axê bi nasname, reng, deng û mafên xwe, bi awayekî wekhev bijîn, bê avakirin. Lê mixabin hişmendiya nijadperest û yekperest a dewletên herêmê di siyaseta red û înkarê de israr dike.
Rejîma Suriyeyê ku perçeyek pergala li ser înkara gelan hatibû avakirin, piştî şerekî navxweyî yê 14 salan di nav du hefteyan de hilweşiya. Bi hilweşîna rejîma Baasê cardin derkete holê ku tu îktîdar û serweriyên li ser siyaseta red û înkara gel, bawerî û cudahiyan hatiye avakirin, nikare xwe li ser piyan bigire. Têkçûyîna rejîma Baasê û perçebûna statûkoya li ser hîmê red û înkarê ji bo avakirina pergalek wekhev û demokratîk derfetê dide. Divê li Sûriyeyê pergalek hemû gel, bawerî, çand û cudahiyan digire nav xwe bê avakirin. Ji bo vê pêwistî heye demildest pêvajoyek siyasî bê destpêkirin û çarenûsa Sûriyeyê ji hêla hemû pêkhateyên Sûriyeyê yên wekî kurd, ereb, tirkmen, ermeni, durzî, êzîdî, elewî, nûsayrî û suniyan ve bê teşekirin.
Ji bo Sûriyeyek nû nabe ku ne hêzek hundirîn cardin desthilatdariya xwe li ser beşên din ava bike; ne jî hêzên derveyî polîtîkayên xwe bisepînin. Dubarekirina polîtîka û rêbazên nijadperest, yekparêz, red û înkarê dê kûrkirina şerê heyî pêvetir tu encamê nede. Divê hemû hêzên nav neteweyî û dewletên herêmî ji îradeya gel û pêkhateyên li Sûriyeyê dijîn re rêzdar bin. Ji bo avabûna pergalek demokratîk hewl bidin û alîkar bibin. Di vî millî de dewletek herî zêde berpirsyarî dikeve ser millê wê, Tirkiye ye. Lê mixabin kirinên Tirkiyeyê yên çend hefteyên dawiyê dijberî berjewendiyên gelên Tirkiyeyê, gelên Suriyeyê û hem jî gelên herêmê ne. Ji ber ku pirsgirêka xwe ya bi kurdan re çareser nekiriye, Tirkiye hewl dide ku polîtîkaya xwe ya red û înkarê li tevahiya herêm û cîhanê belav bike.
Tirkiye ku 14 sal in bênavber êrîşî destkeftî û statûya Rojavayê Kurdistanê dike, bi têkçûna rejîma Baasê re lez da êrîşên xwe. Tirkiye dixwaze bi tevahî Rojava, Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Her çiqas bi destê komên çete bê kirin jî ev êrîş bi biryar, organîze û alikariya Tirkiyeyê tên meşandin. Gelê kurd baş dizane ku ev êrîş û hewldanên dagirkirina Rojava encama polîtîkayên red û înkara gelê kurd a sed salên dawiyê ye. Hişmendiya nijadperest a Tirkiyeyê li ku derê bibe bila bibe, naxwaze kurd bibin xwedî statû û maf. Polîtîka û kirinên Tirkiyeyê ne li Tirkiyeyê û ne jî Sûriye û Iraqê pirsgirêkên heyîn çareser nake, dijminatiya di navbera gelan de kûr dike.
Di vê çarçoveyê de berî her tiştî banga me li gelê kurd e. Statûkoya li ser tunebûna gelê kurd hatî avakirin, îro diheje û hildiweşe. Li dijî hemû êrişana jî gelên Rojava, Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengiya jinan de modela jiyana wekhev afirandiye. Lê dewletên nijadperest û zayendperest dixwazin vê modelê têk bibin û bi rêbazên nû gelê kurd bêstatû bihêlin û hebûna gelê kurd ji holê rakin. Êdî tehemûla gelê kurd ji bêstatûbûnê re nemaye. Koalîsoyana dewletên li dijî statûya gelê kurd hilweşiyaye. Îro herî zêde Tirkiye û hevalbendên wê li dijî statû û mafên gelê kurd derdikeve. Ji bo wê em sedsalek din bêstatû derbas nakin. Statûya Rojavayê Kurdistanê ji bo me di ser her tiştî re ye. Roj roja xwedîderketina Rojava û statûya vî perçeyê Kurdistanê ye. Ji bo vê em bang li hemû gelê kurd û pêkhateyên wî yên siyasî ye ku bi hemû derfetên xwe ji bo misogerkirina statûya Rojava bibin yek û hewl bidin.
Banga me ya duyemîn ji bo raya giştî ya navneteweyî ye. Îro sedemek bingehîn a kaosa Rojhilata Navîn perçekirina Kurdistanê û bêstatûhiştina gelê kurd e. Ligel hemû polîtîkayên tunekirin, êrîş û komkujiyan jî gelê kurd îro wekî hêza îstîkrar û demokrasiyê ya herî bingehîn e. Ji bo vehisîna kaosa Rojhilata Navîn divê mafên gelê kurd bên naskirin. Ji bo vê em wekî partî, sazî û dezgehên kurdan bang li raya giştî ya navweteyî dikin piştgirî bidin Rojavayê Kurdistanê û statûya gelê kurd ya li vir nas bikin û pişgirî bidin. Ev berpirsyariyek mirovî, exlaqî û wijdanî ye.
Banga me ya dawiyê jî ji bo gelên Tirkiye û desthilatdariya Tirkiyeyê ye. Statû û mafên gelê kurd, kêm û qels nekin. Hebûna gelê kurd hêmanek zirarê dide gelê tirk nîne. Bi rastî jî ku behsa xwişk û biratiya hezar salan bê kirin, divê îro Tirkiye êrîşî destkeftî û statûya gelê kurd a li Rojava neke, berovajî vê divê têkilî pêre deyne û piştgirî bide.
Bi vê boneyê em dibêjin roj roja parastina statûya Rojava ye. Werin em bi hev re Rojava biparêz in. "