'Çapemeniya Azad wê nivîsandina rastiyê bidomîne'
- 09:04 24 Kanûn 2024
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
ÎZMÎR - Rojnameger û siyasetmedar derbarê qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de axivîn û gotin: "Ji ber ku rojnameger rastî ji raya giştî re radigihînin bûn hedef. Xebatkarên çapemeniya azad wê nivîsandina heqîqetê bi her awayî dê bidomînin."
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan. Ajokarê bi navê Ezîz Hec Bozan ê di dema êrişê de birîndar bû. Qetilkirina rojnamegeran li cîhanê bû sedema bertekan. Xebatkarên çapemeniya azad ên li Kurdistan û Tirkiyeyê daketin qadan jî hatin binçavkirin.
Siyasetmedar û rojnamegerên jin bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan û diyar kirin ku armanca êrişan astengkirina mafê xwe gihandina agahiyan e.
'Dixwazin kes vê tarîtiyê nebîne û nebihîse'
Ji Ciwanên Azadîxwaz Fadîme Ozdemîr destnîşan kir ku êrişa li dijî rojnamegeran ne tesaduf e û diyar kir ku qetilkirina rojnamegerên ku dengê gel bûn, bi polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn tên meşandin re di heman xalê de ye û got: “Yên ku hewl didin çarenûs û pêşeroja gelên Rojhilata Navîn mehkûmî tarîtiyê bikin, naxwazin kes vê tarîtiyê bibîne û bibihîze. Ji ber vê jî rojnameger dibin hedef. Li Tirkiyeyê jî tiştên wiha diqewimin. Çend sal berê hewl dan qanûna sansurê li ser rojnamegeran ferz bikin. Gelek rojnamevan li Tirkiyeyê yan girtî ne yan jî ji bo ku nikaribin karê xwe bikin tên darizandin. Di vê xalê de herêma ku her du hevalên me yên hatin qetilkirin lê ne, girîngtir e. Em hemû kêlî bi kêlî van geşedanên germ dişopînin. Jixwe berxwedana Kobanê ji bo me hemûyan berxwedaneke bi rûmet e. Ji ber vê yekê hevalên me yên li wir jiyana xwe ji dest dane jî ji bo me cihekî girîng digirin."
Fadîme Ozdemîr, bal kişand ser binçavkirin û girtinên rojnamegeran ên li gelek bajaran û wiha bi lêv kir: "Li welat rejîmeke nû ava dikin. Ev rejîma nû dixwaze kes neaxive û her kes bêdeng bimîne. Niyeta kesî tune ku bêdeng bimîne. Derbarê qetilkirina 2 rojnameger de xwestin li Wan û Amedê çalakiyan li dar bixin, lê hatin binçavkirin. Ev ne tesaduf e. Ev êrîşên li dijî wan tevgerek pir plankirî û bernamekirî ya hikûmetê ye."
'Gelê Kurd hedef tê girtin'
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê Nîmet Aslan, diyar kir ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salan e berdewam dikin û diyar kir ku di van êrişan de bi taybetî gelê Kurd hedef hatiye girtin, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevgera jinê ya ku di nava têkoşîna gelê Kurd de heye, bi dirûşma Jin Jiyan Azadî ji hemû cîhanê re jiyana azad a jinan afirand. Mafê jinan heye ku li cîhanê bibe xwedî gotin. Bi taybetî jî rojnamevan. Ji bo jinan pir girîng e ku li her derê bin ji ber ku dengê xwe bigihînin cîhanê."
'Mezinkirina têkoşînê'
Endama Koordînasyona Navendî ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Dîdar Gul, meha Kanûnê wekî meha qetlîamên dewletê pênase kir û got ku dewletê meheke nû li qetlîamên 19'ê Kanûnê zêde kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ev komkujî gelek wateyên xwe hene. Ev êriş li ser mafê raya giştî ya wergirtina agahiyan e, li cihê ku şerê Sûriyê di qonaxeke wisa girîng de ye, di demekê de ku hinek hevsengî li Rojhilata Navîn ji nû ve dest pê dikin. Êrişa li dijî kevneşopiya Çapemeniya Azad e ku hewl dide rastiyê ji aliyê gelên bindest û kedkar ve nîşan bide. Ev êriş ne yên pêşî ne. Rojnamegerên sosyalîst, welatparêz, kurd ên ji kevneşopiya çapemeniya azad tên bi dehan salan rastî komkujiyan tên. Di dema ku xelk di bin dorpêçeke wiha de ne, divê were destnîşankirin ku rewşek girîng heye ji bo nehiştina mafê gel a wergirtina agahiyan û nehiştina rastiyê bigihêje me. Dewlet bi xwe du rojnamevanên ku bi rojan ji wê herêmê nûçeyên rast ji me re ragihandin û qetil kir. Ev ne cara yekem bû û em dizanin wê ne ya dawî be jî, lê ev kevneşopiya têkoşînê her çiqas komkujî jî hebû jî bi berfirehkirina têkoşînê bersiv da. Îro êriş, binçavkirin, girtin û qetlîamên li her derê Tirkiye û Kurdistanê tên kirin kevneşopiya vê desthilatdariyê ye. Em her tim di vê de israr dikin; Em ê hewl bidin dengê ku piştgiriyê dide gel mezin bikin."
'Em ê rastiyan binivîsin'
Ji Rojnameya Evrenselê Eda Aktaş jî diyar kir ku di şer û pevçûnên ku ev demeke dirêje li Rojhilata Navîn didome de herî zêde sivîl zirarê dibînin û diyar kir ku peywira rojnamegeran ew e ku tiştên li herêmê diqewimin bi awayekî rast ji raya giştî re ragihînin. Eda Aktaş, anî ziman ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema xwestin bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji raya giştî re ragihînin hatin qetilkirin û axivî: "Weke her carê kesên ku ji vegotina rastiyê ditirsin dîsa rojnamegeran dikin hedef. Berê jî me van ceriband. Du hevalên me yên weke Metîn Goktepe, Musa Anter, Namik Taranci û Ugur Mumcu yên ji ber nûçeyan hatin qetilkirin. Em jî li gel hevalên xwe yên ku ev yek anîn ziman û ji ber qetilkirina hevrêyên me protesto kirin hatin binçavkirin. Bi rastî jî me ev yek dît, yên ku ji bihîstina heqîqetê nerehet in û ji mafê raya giştî ya agahdarkirinê di her warî de pîşeya me dike hedef. Lê belê em ê bi her awayî parastina mafê wergirtina agahiyan û nivîsandina rastiyan bikin.”