Pêşangeha 'Kêliyên Berxwedanê' bi dawî bû

  • 10:06 12 Îlon 2019
  • Çand û Huner
 
HELEB - Pêşangeha Wêneyan a bi navê 'Kêliyê Berxwedanê' a ji aliyê xwendekarên Şehbayê ve li Helebê hatibû lidarxistin, bi dawî bû. 
 
Bi pêşengtiya xwendekarên  Şehbayê li navenda Yekîtiya Ciwanên Şoreşger  a Şêx Meqsûd a Helebê, bi dirûşma "Bi rihê Zîlan, Egîdan û hunera azad em ê rêya rizgarkirina Efrînê xêz bikin" pêşangeha bi navê Kêliyê Berxwedanê  hat  lidarxistin. Pêşengeh bi tevlîbûna bi dehan ji endamên sazî û dezgehên civakî  yên Helebê pêk hat. Di nava vê pêşengehê de nêzî 300 tablo li  ser hêvî û xeyalên zarok û xwendekaran  hat pêşkêşkirin.
 
Pêşangeh di roja dawî de bi deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftin ji aliyê Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Selwa Mihemed ve hat kirin.
 
Selwa wiha got: "Dema mirov li van wêneyan dinêrin hestên serkeftinê hês dike. Piraniya wêneyan  li ser welat, xwezaya Efrînê û rondikên dayikan  hatina xêzkirin. Tevî derfetên kêm jî, van zarok û xwendekaran  hestên xwe bi rêya wêneyên xwe ji me re parve kirin û êşa dilê xwe bi me dan hîskirin. Hêviyên me bi xeyalên van zarokan hene. Em serkeftinê ji wan re dixwazin."
 
Paşê senevizyonek li ser berxwedana gelê Efrînê hat pêşkêşkirin.