Pêşangeha 'Kêliyên Berxwedanê' bi dawî bû 2019-09-12 10:06:30     HELEB - Pêşangeha Wêneyan a bi navê 'Kêliyê Berxwedanê' a ji aliyê xwendekarên Şehbayê ve li Helebê hatibû lidarxistin, bi dawî bû.    Bi pêşengtiya xwendekarên  Şehbayê li navenda Yekîtiya Ciwanên Şoreşger  a Şêx Meqsûd a Helebê, bi dirûşma "Bi rihê Zîlan, Egîdan û hunera azad em ê rêya rizgarkirina Efrînê xêz bikin" pêşangeha bi navê Kêliyê Berxwedanê  hat  lidarxistin. Pêşengeh bi tevlîbûna bi dehan ji endamên sazî û dezgehên civakî  yên Helebê pêk hat. Di nava vê pêşengehê de nêzî 300 tablo li  ser hêvî û xeyalên zarok û xwendekaran  hat pêşkêşkirin.   Pêşangeh di roja dawî de bi deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftin ji aliyê Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Selwa Mihemed ve hat kirin.   Selwa wiha got: "Dema mirov li van wêneyan dinêrin hestên serkeftinê hês dike. Piraniya wêneyan  li ser welat, xwezaya Efrînê û rondikên dayikan  hatina xêzkirin. Tevî derfetên kêm jî, van zarok û xwendekaran  hestên xwe bi rêya wêneyên xwe ji me re parve kirin û êşa dilê xwe bi me dan hîskirin. Hêviyên me bi xeyalên van zarokan hene. Em serkeftinê ji wan re dixwazin."   Paşê senevizyonek li ser berxwedana gelê Efrînê hat pêşkêşkirin.