Şêniyên Dêrikê 6 jinên şoreşger bi bîr anîn

  • 14:22 14 Çele 2020
  • NAROJANE
QAMIŞLO - Şêniyên bajarê Dêrikê salvegera şehadeta tekoşerê azadiyê Xebat Dêrik û şeş jinên şoreşger, bi merasîmekê bi bîr anîn.
 
Şêniyên bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê salvegera 8’emîn ya şehadeta tekoşerê azadiyê Xebat Dêrik û şeş jinên şoreşger, bi merasîmekê li goristana Xebat Dêrik bi bîr anîn.
 
Merasîmê bîranênê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê Yekineyên Parastina Gel (YPG) Bedran Dêrik, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD) Şahoz Hesen û li ser navê malbatên şehîdan Husên Remedan sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwestin û wiha gotin: "Li ser bingehê parastina gel û destkeftiyan, berxwedaneke mezin hate nîşandan. Yek ji pêşengê vê tevgerê rêheval Xebat bû. Dema pêşeng zîrek be, şervan jî mîna wan zîrek dibin. Dema em behsa yekîtiyê dikin, pêwist e em li nirxê şehîdan xwedî derkevin. Em soza şopandina riya têkoşerên azadiyê nû dikin."
 
Piştî merasîmê şênî û malbatên têkoşeran gul li ser gora têkoşeran danîn.