Şêniyên Qamişlo 3 têkoşerên berxwedana rûmetê oxir kirin

  • 18:17 28 Kanûne 2019
  • NAROJANE
QAMIŞLO - Bi sedan şêniyên Qamişlo bi merasîmekê girseyî 3 têkoşerên berxwedana rûmetê oxir kirin.
 
Bi sedan şêniyên Qamişlo, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser şehîd Delîla Ararat, Delîla Qamişlo û Cudî Milîtan ku di berxwedana rûmetê de li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastina ax û gelê heremê dikirin gihîştin şehadetê û îro li goristana Delîl Saroxan ya bajarê Qamişloyê hatin oxir kirin.
 
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Di merasîmê de sersaxî ji malbatan re hat xwestin û soza  berdewamiya têkoşînê hat dayîn.
 
Paşê nasnameya 3 têkoşerên azadiyê hat xwendin û li ser navê malbata şehîd Baran, Diljîn Hisên axivî û wiha got: "Her ku serkeftina QSD'ê pêş dikeve hêrsa Erdogan ji bo qetîlkirina me bêhtir dibe. Divê Erdogan zanibe ku ax û dîroka vî welatî ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Li gel êrîşan wê bi ser nekeve."
 
Herî dawî bi tilêliyên dayikan û bi dirûşma "Şehîd namirin" 3 têkoşer hatin oxirkirin.