Bertekên li hemberî qeyûman: Em serî natewînin
- 09:35 15 Çile 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
MÊRSÎN - Dayikên Aştiyê yên ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin, beşdarî çalakiya berxwedanê bûn, diyar kirin ku ew tevî her tiştî aştiyê dixwazin û gotin: "Em heta dilopa dawî ya xwîna xwe li vir in. Em serî natewînin, çok danaynîn."
Li dijî girtina Hevşaredarên Akdenîzê yên Mêrsînê Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç û Hikmet Bakirhan ên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) de hatin girtin û tayînkirina qeyûman berxwedana gel didome. Di çalakiya nobedê ya ku bi girseyeke mezin pêk tê berxwedan her roj digihîje qonaxên cuda.
Dayikên Aştiyê yên ku nobetê digirin ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.
'Em ne çete ne'
Dayika Aştiyê Tenzîle Baydar diyar kir ku ew li dijî zilm û qeyûman derketin qadan û got: “Me mal û milkê kesî nedizî. Me bi zorê şaredariya kesî negirt. Weke kurd me bi tirk û ereban re şaredarî bi dest xist. Em ne diz û ne jî çete ne. Îro şaredariya me bi darê zorê girtin, mafên kurdan, bi taybetî jî ya dayikan ji destên wan distînin. Mafê tu kesî nîne vê bike. Duh jî polîsan îşkence li dayikan kiribû. 2 dayikên me rakirin nexweşxaneyê. Li cîhanê binerin, mînakek wisa tune. Li dijî kurdan qeyûm tayîn kirin. Em şaredariya xwe dixwazin. Binêrin, polîsan li dora me dîwarek ji goşt çêkiriye. Ev ne hûn in, dîwar e, hûn çi bikin jî em ê wek dayik dengê xwe yê aştiyê bilind bikin."
'Em dibêjin aştî'
Tenzîle Baydar bi gotina “Divê her kes vîna xwe biparêze” wiha dewam kir: “Tişta tê kirin şerm e, guneh e. Gelê Kurd hê jî li ber xwe dide. Em ê vîna xwe biparêzin heta ku hevserokên me bên ser karê xwe. Ger hevserokên me diz û sextekar bûna ev yek nedibû. Bi pêkanînên keyfî me ditirsînin. Hûn zarokên me dikujin, em dibêjin aştî; hûn şîdetê bikar tînin, em dibêjin aştî; Hûn mafên me distînin, em dibêjin aştî. Em aştiyê dixwazin, şer naxwazin. Ez 65 salî me û ez dixwazim mîna mirovan bijîm."
'Em ê li ser çokan neçin'
Dayika Aştiyê Emîne Seyhan jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em ê mafên xwe yên kurdan biparêzin. Em heta dawiyê li vir in, em ê mafên xwe biparêzin. Her tişt ji bo gelê me ye. Li dijî zilmê em li vir in, em ê bi ser bikevin. Em ê bi ser bikevin. Em ê serî netewînin, çok neçin, em ê zêdetir bixebitin."
Girîngiya li ser berxwedanê
Hanîfe Ûmît diyar kir ku gel di bin zilmê de ye û wiha got: “Me bi keda xwe şaredarî girt. Tişta ku em heq dikin em ê ji wan paşde bistînin. Zilm li wan tê kirin, diz in. Bêedaletî tê kirin. Em heta dilopa xwîna xwe ya dawî li vir in. Ez ê li vir berdewam bikim."