2'yê Kanûna 1996: Kovara Jinên Kurd 'Jujin' dest bi weşanê kir!

  • 11:09 2 Kanûn 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Kovara Jinên Kurd Jujin di sala 1996'ê de dest bi weşanê kir. Gelek jinên ku di kovara Rozayê de cih girtin piştî bi demekê xwestin bi Jujinê kovargeriya jinê berdewam bikin...
 
"Çima Jujin?" jinên ku navê kovarê lê kirin vê pirsê wiha dibersivînin; "Me navê Jujî bi kar anî; Bi vî navî me xest ku em jinên wekî zayenda dumenîn tên dîtin, li dijî tundiya li me tê kirin û bêparastin hiştina xwe derkevin. Li dijî hemû pêkanînên neyînî yên li ser me me dixwest ku striyên me, sîxên me hebin û em pê xwe biparêzin. Ev strî û sîxên me ku ji bo parastina me ne wê li dijî nêrîna mêrê serdest a li jinê bibin çeka parastinê. Jujin wêneyê berxwedana me ya li hemberî xeeteriyên ku em pê re rûbirû dimînin û li dijî vê strî û sîxên xwe nîşan didin e." 
 
Koma Jujinê ku kovara xwe jinane û serbixwe nîşan dide dibêje, "Em dixwazin piştevaniya tekoşîna nasnameya jinên kurd a neteweyî û zayendî bikin û em dixwazin di serî de jinên kurd bi giîtî di nava hemû jinan de girêdaneke hestiyar a bi hev re çêbikin."
 
Hin bûyerên di dîrokê de ku îro qewimî ne wiha ne:
 
Di Kovara Jujinê de ku heta sala 2000'î weşana xwe berdewam kir de, bi bi zaravayê kurmancî yê Kurdî jî nivîs hatine weşandin. 
 
2015: Îro 5'emîn salvegera qedexeya derketina derve ya herî demdirêj a li navçeya Sûrê ya Amedê hat ragihandin e.
 
2016: Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), starta kampanyaya xwe ya bi dirûşma "Em jin li dijî OHAL'ê di her halî de li ber xwe didin" dan.