30'yê Mijdara 2015'an: Komuna Jinê ya Ekîn Wan hat avakirin

  • 11:40 30 Mijdar 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Jinên Kurd ên li Kantona Churê ya Swisrêyê Komuna Jinê ya Ekîn Wan ava kirin.
 
Hinek bûyerên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1919: Di hilbijartinên Fransayê de jinan cara yekem deng bi kar anîn. 
 
1999: Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHM), têkildarî cezayê îdama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biryara îhtiyadî tedbîr girt. Dadgehê xwest ku heta darizandina Strasburgê bi encam bibe înfaz bê taloqkirin. 
 
1988: Li dijî kincê yektîp ên li girtîgehên herêm û Tirkiyeyê grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û li 5 girtîgehan piştî lihevkirinê grevên birçîbûnê bi dawî bû. 
 
2015: Konferansa Meclîsa Asta Bilind a Xebatên Jinan li Hewlêrê dest pê kir. Di konferansê de têkildarî tundiya li ser jinê nîqaş hatin meşandin û perspektîfên çareseriyê hatin pêşxistin.  
 
2015: Jinên Kurd ên li Kantona Churê ya Swisrêyê Komuna Jinê ya Ekîn Wan ava kirin.
 
2016: Qeyûmê tayînî Şaredariya Sûrê ya Amedê hat kirin Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Amîdayê girt. 
 
2019: Şaredariya Qelqeliya Wanê bi beşdariya gelek jinan Mala Çandê ya Jinê ya Çilkeziyê vekir. 
 
2019: Rojnameger û aktivîsta Kurd Firişte Çiraxi, bi operasyona istixbarata Îranê hat binçavkirin û girtin.