25'ê Mijdarê 1960: Xuşkên Mîrabal hatin qetilkirin

  • 10:18 25 Mijdar 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Ji Tevgera Veguhertina Civakî ku li dijî dîktatoriya Trujîllo ya Domînîkê rêve diber têdikoşiya Xuşkên Mîralal di 25'ê Mijdara 1960'î de ji aliyê alîgirên dîktatoriyê ve tecawizî wan hat kirin û hatin qetilkirin. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro dî drîokê de pêk hatine wiha ne:
 
1960: Ji Tevgera Veguhertina Civakî ku li dijî dîktatoriya Trujîllo ya Domînîkê rêve diber têdikoşiya Xuşkên Mîralal di 25'ê Mijdara 1960'î de ji aliyê alîgirên dîktatoriyê ve tecawizî wan hat kirin û hatin qetilkirin. Di sala 1981'ê de li ser pêşniyara li feminîstên Amerîkaya Latîn û Karayîpê li payitextê Kolombiya Bogotayê 25'ê Mijdarê wekî roja dawî a tundiyê hat îlankirin.  
 
1990: Neteweyên Yekbûyî(NY) 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî îlan kir.  
 
2018: Li bajarê Dirbêsiyê ku girêdayî Kantona Hesekê ye jinên ku bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwe rêxistin kirin 1'emîn Gundê Jinan Jinwar vekirin.