24'ê Mijdarê 2019: Ajansa me xelata cesaretê girt

  • 12:25 24 Mijdar 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Ajansa me hêjayî Xelata Rojnameger Marîa Grazîa Cutulî ya Afganistanî ku ji aliyê El Kaîdeyê ve hat qetilkirin hat dîtin. Xelat li ser navê ajansê di 24'ê Mijdara 2019'an de ji aliyê Mudura me ya Karên Nivîsê Safiye Alagaş ve hat girtin.
 
Di dîrokê de hin bûyerên girîng ku îro pêk hatine wiha ne:
 
1961: Nivîskara Hîndu, Suzanna  Arundhatî Roy a bi dijberiya xwe ya li dijî şer tê naskirin ji dayik bû.
 
1976: Li Wanê erdheja bi pileya 7.5 ku navenda wê navçeya Bêgirê bû pêk hat û di encamê de 3 hezar û 840 kesî jiyana xwe ji dest da.
 
2017:  Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê Yekîneyên Jinên Ciwan ên girêdayî Yeknîneyên Parastina Jinê, navenda xwe ya nû vekirin.
 
2019: Li Navçeya Sûrê ya Amedê Komeleya Zarok li Her Derê ne hat vekirin. 
 
2019: Li Şîliya ku welatekî Emerîkaya Başûr e di 23'yê Cotmehê de polîsan hunermenda kolanan Danîela Carrasco, hat tecawizkirin û qetilkirin.
 
2019: Ajansa me Jin News hêjayî Xelata Rojnameger Marîa Grazîa Cutulî ya Afganistanî ku ji aliyê El Kaîdeyê ve hat qetilkirin hat dîtin. Xelat li ser navê ajansê di 24'ê Mijdara 2019'an de bi merasîma ku Grava Sîcîlyayê ya Îtalyayê pêk hat ji aliyê Mudura me ya Karên Nivîsê Safiye Alagaş ve hat girtin.