
Newroz Uysal: Hevdîtin heye lê gav tuneye
- 09:05 27 Nîsan 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal balkişand ser nokteyên krîtîk yên pêvajoyê û wiha got: “Ev ne pêvajoya hevdîtin, bangan e; ger pêvajoyek demokratîk bê xwestin hiqûqa wekheviyê bê avakirin divê ev bikeve ewlehiya hiqûqî.”
Piştî banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ ya Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de kir şûnde hevdîtinên bi paratiyên siyasî re hatin kirin û hîna gavek nehatiye avêtin. Vê hefteyê hevdîtin bi wezareta dadê re hat kirin. Bêguman êdî bendewarî ev e ku pêvajo ji hevdîtinan derkeve û gavên şênber û cidîbên avêtin.
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal der barê pêvajoyê de axivî.
Newroz Uysal balkişand ser pêvajoyê û di vê mijarê de wiha got: “Di ser banga dîrokî de demek dirêj derbas bû. Vê li cîhanê û welatê me deng da. Me hewl da bi hemû aliyan dengdayînê, bandor awê fêm bikin û me di rêveberiya xwe de jî anî astekê. Me civîn û hevdîtin pêk anîn.Ji bo bi Birêz Ocalan re bê parvekirin me evhedîtin kirin. Di alî de aliyê ku dimeşe heye, di alî dîplomatîk de aliyê dimeşe heye. Komîsyonên me li qada navneteweyî bi partiyên siyasî re , NY, Konseya Ewropayê re xebatan dimeşînin. Wek DEM Partî em rola xwe mîsyona xwe dimeşînin. Me gelek mekanîzma xist dewrê. Em behsa bangeke meizn dikin. Hevdîtinên tên kirin, xebatên tên meşandin berdewama wê an jî bandora wê tê destgirtin.”
‘Divê bikeve bin ewlehiya hiqûqî’
Newroz Uysal balkişand ser hevdîtinên hatine kirin da zanîn ku hîna gavek şên ber nehatiye avêtin. Newroz Uysal wiha vegot: “Raste gavek şên ber tuneye. Her kes vê dibîne. Hevdîtinên asta paya bilind meha dawî de pêk hatin. Ev girîng in. Ev ne pêvajoya hevdîtin, bangan e; ger pêvajoyek demokratîk bê xwestin hiqûqa wekheviyê bê avakirin divê ev bikeve ewlehiya hiqûqî. Em di vî alî de dinêrin, der barê mijarê d ehewcedarî bi guherînên cidî yên siyasî, polîtîk û hiqûqî heye. Dema ev pêk bên wê hevdîtin jî bi rastî watedar bin.”
‘Pakêt wek gavek mezin serwîskirin’
Newroz Uysal balkişan dser 10’emîn Pakêta Darazê ya ku wek ‘reforma înfazê’ ya ku wezareta dadê wê hefteya pêş bîne meclîsê û wiha got: “Ev pakêta tê meclîsê di alî pêvajoyê de ne pakêteke li ser hatibe lihevkirinê, ye. Ev pakêt berê gelek caran li meclîsê hat ziman û AKP-MHP’ê difikirî ku vê pakêtê bîne meclîsê. Niha nehatiye meclîsê. Di asta amadekariyê de ye. Gotin 55 xalan pêk tê. Mijarên wê belê têkildarî înfazêde ye lê girtiyên siyasî nahewîne. Tespîteke ku wê wisa bê an na jî tuneye. Ji ber vê nikarim tiştekî bêjim. Lê ev aşkeraye ku ev pakêt wek gavek mezin serwîskirin.”
‘Li cihekî ku TMK hebe wekhevî jî ne pêkane’
Newroz Uysal di berdewamiyê de wiha vegot: “Ev pakêt der barê pêvajoyê de nehatiye amadekirin. Divê ev bi taybet bê vegotin. Îro li cihekî ku TMK hebe wekheviya Tirk-Kurd pêkane gelo? Ji ber TMK’ê pirsgirêkên mezin hene. Ji ber vê divê guherînên bi kok hebin. Em wek komîsyona hiqûqê ya DEM Partiyê wê pêşnûme bidin meclîsê. Em dibêjin divê TMK bê rakirin û guherînên bi kok bênkirin.”
‘Divê wek îrade biryara wê bê dayîn’
Newroz Uysal balkişand ser biryarên DMME û ‘mafê hêviyê’ û di vê mijarê de jî ev tişt bi lêv kir: “Di vê tabloyê de ne ji ber zor û zehmetiyên Tirkiyeyê, ji ber tercîhan heta niha nehatiye kirin. Em îro meclîsê ne, hatina wê xala têkildar a komîsyonê, ji komîsyonê hatina lijneyê, di lijneyê de nîqaşkirin, bibe qanûn û di rojnameya fermî de bê weşandin, herî kêm 15-20 roje. Ne hiqûqî wek îrade divê biryara vê bê dayîn. Heta niha der barê vê de biryarek nehatibe dayîn, şerte ku der barê şert û mercên tecrîda li ser Birêz Ocalan guherînên bi kok bên kirin. Ev ji bazarkirinê wêdetir, ferza esas e.”
‘Biryarên lijneyê ne hiqûqî ne’
Newroz Uysal daxuyakirin ku ji bo guherînê îro di pakêta înfazê de hewce bi guherînan tuneye û got: “Yên bên kirin hene û hesa dike û girêdayê mekanîzmayê hene. Di vî alî de bi qasî astengiyên hiqûqî helwesta mekanîzmayê biryarê yên polîtîk, girîngin. Bêyî hewce bi guherînên qanûnê bê dîtin, guhertina helwesta polîtîk têr dike. Ez wisa difikirim. Em biryarên Lijneya Îdarî ya Şopandinê dibînin. Tu aliyê wê yê hiqûqî tuneye.”