Daxwaza berdana girtiyên nexweş hat kirin

  • 09:04 27 Nîsan 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Demîr Sonmez derbarê rewşa girtiyên nexweş yên her diçin giran dibin de axivî û got: “Divê girtiyên nexweş bên berdan û her kes berpirsyariya xwe bigire ser xwe.”
 
Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan her diçin zêde dibin û bi taybet jî rewşa girtiyên nexweş ji ber van pêkanînan roj bi roj giran dibin.li gorî rapora ÎHD’ê di 2024’an de 7 jê li girtîgehên herêma Marmarayê bi giştî 32 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê li girtîgehên Marmarayê 5 hezar û 782, li girtîgehên herêmên din jî hezar û 681 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin.
 
Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyên Marmarayê (MATUHAY-DER), Dîlek Demîr Sonmez der barê rewşa girtiyên nexweş de axivî.
 
Dîlek Demîr Sonmez da zanîn ku şert û mercên li girtîgehan her diçin giran dibin û bi taybet tundiya li ser girtiyên jin zêde bûye. Dîlek Demîr Somez wiha got: “Li girtîgehên Mamarayê binpêkirinên li ser girtiyên jin zêde bûne. Heta nav porê wan legerîn tên kirin, lêgerîna tazî zêde bûye. Li girtîgehên Kandira, Gebze û Bakirkoyê pirsgirêkên mezin hene. Hefteya borî li girtîgeha Tîpa F a Hejmar Yek a Tekîrdagê du girtî ji ber di telefonê de Kurdî axivîne mehek qedexeya hevdîtina telefonê danê. Bi van dixwazin îradeya girtiyan bişkînin û malbatan biçewisînin. Yekane armanca wan ev e ku ji îdeolojiya wan qût bikin û ji hev dur bixiînin. Pirtûkan nadin, hewadankê qedexe dikin.”
 
‘Bi pêkanînên kêfî digirin’
 
Dîlek Demîr Sonmez balkişand ser şewitandina înfazên girtiyan û got: “Girtiyek li girtîgeha Boluyê divê bihata tahliyekirin sê meh hat taloqkirin. Rewşa girtiyên nexweş giranin. Bi biryarên lijneya şopandina Îdarî nayên berdan. Tevî raporên ATK’ê nayên berdan. Bi pêkanînên kêfî tên girtin. Bi kelepçeyan dibin girtîgehan. Girtiyên nexweş tevî rewşa giran nayên berdan.”
 
‘Ferasta tunekirinê bi sedsalane didome’
 
Dîlek Demîr Sonmez balkişan ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got hem li Îmraliyê hem li girtîgehên din tecrîda girandidome. Dîlek Demîr Sonmez wiha vegot: “Bi poltîkaya tecrîdê dixwazin îradeya girtiyan bişkînin. Yekane daxwaza Kurdan û sosyalîstan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalane. Dema azadiya fîzîkî bê kirin wê girtîgeh vala bibin. Ev polîtîka û feraseta tunekirinê bi sedsalane didome. Daxwaza me ev e ku girtiyên nexweş demildest bê berdan. Dema têkoşîna hevpar a gelan bilind bibe wê tecrîd jî ji holê rabe û girtiyên nexweş jî bên berdan.”
 
Dîlek Demîr Sonmez dawiya axaftina xwe de balkişand ser banga "Aştî û civaka demokratîk" a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de kiriye û got divê hemû alî xwedî li vê bangê derketin û got ew piştgiriyê didin bangê.