Atolyeya Hişmendiya Pençeşêra Pêsîrê dest pê kir

  • 08:34 17 Nîsan 2025
  • Rojane
 
 
AMED - Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Meclisa Jinan ên Şaredariya Peyasê bi hevkariya Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), ji bo jinên li şaredariyê dixebitin duyemîn atolyeya hişyariya pençeşêra pêsîrê li dar xist.
 
Endama Meclîsa Jinan di komxebatê de tekoşîna xwe ya li ser nexweşiya pençeşêrê dabû destpêkirin û çawa bi ser ket, bi hûrgulî ji beşdaran re anî ziman. Di heman demê de li ser feraseta laşê jinan, qalibên civakî û pêvajoya têkoşîna li dijî pençeşêra pêsîrê hat axaftin. Pê re li ser ferzkirina civakî ya li ser bedena jinê, bi “kêmasiya” têgihîştine re pîvanên bedewiyê û bingeha dîrokî û çandî, hat agahdarkirin.
 
Bi vê perwerdehiyê re pêşî ji bo tenduristiya jinan ji nêz ve bê şopandin, dike armanc ku bal bikişîne ser girîngiya tespîta lezgîn.