
Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin çandin
- 12:50 4 Nîsan 2025
- Rojane
WAN - Di çarçoveya 76'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê şitil hatin çandin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di çarçoveya 76’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li baxçeyê avahiya Rêxistina Bajêr şitil hatin çandin. Dayikên Aştiyê, DEM Partî û rêxistinên DBP'ê yên bajêr û navçeyên bajêr tevli çalakiyê bûn. Şitil bi dirûşmên "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" hatin çandin.
Piştî çandina şitlan çalakî bi govendê bi dawî bû.