Ji bo berxwedana li Tişrînê ji sê bajaran bi rê ketin
- 16:28 3 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan welatiyên ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevlibûna çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê bi rê ketin.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Çalakiya nobetê ya li dijî êrişan li Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin jî didome. Gelek welatiyên ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo dewrgirtina çalakiya nobetê bi rê ketin. Welatiyên li Reqayê li Xaçerêya Firûsiyê hatin gel hev û xelkê Kantona Tebqayê jî li bajarokê Mehmûdiyê hatin gel hev û bi rê ketin.