'Em axa xwe ji dijminan re nahêlin'

  • 09:03 28 Kanûn 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - HPC Jin ji bo parastina taxa xwe li kêleka şervanên parastina taxê çeperan didin ava kirin. Fatme Mihemed û Şîlan Mihemed têkildarî mijarê dan zanîn ku ji bo parastina taxa xwe çi ji wan bê xwestin ew ê bikin û gotin:"Ev axa ku pakrewanên me canê xwe ji bo wê feda kirine ji dijminan re nehêlin. Dijmin carek bike em ê hezar caran bersiva wan bidin."
 
Şerê ku ji aliyê giropên çeteyan ve li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yê bajarê Helebê hat destpêkirin bi saya şerê gelê şoreşgerî ev tax bi israr û berxwedana gelê van taxan bi ser ket. Bi vî awayî bi yek rihê welatiyên taxê, Şêx Meqsûd cihê xwe di dîroka berxwedanê de girt.
 
Têkildarî mijarê Endamên HPC Jin Fatme Mihemed û Şîlan Mihemed axaftina xwe ji ajansa me re kirin.
 
'Divê hemû kes taxên xwe biparêzin'
 
Di destpêkê de Fatme Mihemed axaftina xwe kir û wiha pê de çû:"Ez weke endamek HPC Jin ev bû 10 roj in em daketine çeperên pêş. Em li kêleka şervanên parastina Şêx Meqsûd û Eşrefiyê çeperan didin avakirin. Çi ji me tê xwestin em dikin. Îro em li pişta şervanên xwe ne. Îro em bi karê xwe xwedî li keda pakrewanên xwe derdikevin. Divê hemû kes bi yek rihî bikevin parastina taxa xwe, îro dijmin bi ser me de tê. Em jî eşkere li pêşiya dinyayê şerê van dijminan dikin."
 
'Em îro li tenişta şervanên xwe ne' 
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Fatme Mihemed got îro jin divê xwedî li vê taxê derkevin û wiha domand:"Îro em weke jin di her warî de têkoşîna xwe bilind dikin. Divê hemû jin vê yekê bibîne û parastinê bike erka xwe ya sereke. Em îro li tenişta şervanên xwe ne, şervanên me sînga xwe didin ber şer. Divê em jî cih ji valatiyê re nehêlin."
 
'Em axa xwe ji dijminan re nahêlin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Fatme Mihemed got wan xwe li dinyayê daye îsbatkirin û got:" Em vê riyê bernadin. Tirsa me ji dijmin tune ye. Îro me xwe li cîhanê daye îsbatkirin. Ev axa ku pakrewanên me canê xwe ji bo wê feda kirine ji dijminan re nehêlin. Dijmin carek bike em ê hezar caran bersiva wan bidin."
 
'Welatiyên taxê jî bi me re dibin alîkar'
 
Di heman demê de Şîlan Mihemed jî wiha bi bîr anî ku bi şerê gelê şoreşgerî ev tax bi ser ket û wiha got:"Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi şerê gelê şoreşgerî tên nasîn. Îro carek din em vê dîrokê vedigerînin. Bi şervanên xwe re ji bo parastina taxê em eniyan didin ava kirin. Îro erka me hemiyan e ku em taxa xwe biparêzin. Ne tenê endamên HPC'ê eniyan didin avakirin, welatiyên taxê jî bi me re dibin alîkar."
 
Di dawiya axaftina xwe de Şîlan Mihemed got: "Çi ji me bê xwestin ji bo parastina taxê em ê bikin heya xwîn di laşê me de hebe em ê li tenişta şervanên xwe bin."