Bertek mezin dibin: Em her cureyê êrîşê red dikin
- 09:02 28 Kanûn 2024
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Rojnamegeran diyar kirin ku ji ber neheqiyên Tirkiyeyê derdixe holê tên qetilkirin û gotin: “Em rojnamegerên ku îro hedef tên girtin her cureyê êrîşê red dikin. Rojnamegerî ne sûc e. Ya sûcdar pergala ku rojnamegeriyê hedef digire ye. Em ê têkoşîna rojnamegerên hatine qetilkirin bidomînin.”
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin di 19’ê Kanûnê de di riya navbera Bendava Tişrîn û Sirînê de bi SÎHA’yê hatin qetilkirin. Ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû. Bertekên li dijî qetilkirina rojnamegeran li her derê didomin.
‘Em ê têkoşîna hevalên xwe bidomînin’
Rojnameger Dîlan Şîmşek da zanîn ku hedefgirtina rojnamegeran mafê girtina agahîyan ê civakê dike xeterê û got: “Êrîşên ku rojnamegeran hedef digirin carek din nîşan da ku hevpîşeyên me bi çi bedelan heqîqetê derdixin holê. Hedefgirtina rojnamegeran bi armanca pêşîgirtina dengê gel e. Ne tenê di hawirên şer de li bajaran rojnameger zextan dibînin êrîşan dibînin Em her cureyê êrîşan red dikin. Em ê têkoşîna hevalên xwe bidomînin.
‘Ji ber dijhqiûqî derxistin holê hatin qetilkirin’
Rojnameger Devrîm Findik jî daxuyakirin ku zextên li ser çapemeniya azad bi salane didomin û got: “Di dema şopandina nûçeyan de bi dehan kedkarên çapemeniya azad hatin qetilkirin. Rojnamegerên dijhiqûqiyê, neheqiyê derdixin holê tên qetilkirin. Tirkiye ji bo tiştên ku dike neyê dîtin hevalên me qetil dike. Lê em ê rastiyan her tim binivîsin. Em ê tu car dest ji nivîsandina rastiyan bernedin.”
‘Êrîş sûcên şer in’
Rojnameger Eylem Nazlier jî daxuyakirin ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Taştan ji ber nûçe çêkirin hatine qetilkirin û wiha vegot: “Yên heqîqetê digihînin gel xebatkarên çapemeniya azadin. Qetilkirina wan, ne êrîşek li hember çapemeniyê ye, sûcê şer e. Divê kujer demildest bên darizandin. Em li Şîşhaneyê ji bo bibîranîna hevalên xwe hatin gel hev. Lê polîsan hevalên me binçav kirin. Em vê şermezar dikin. rojnamegerî ne sûc e. Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin.Têkoşîna me wê bidome, em bêdeng namînin.”