MKG û DFG ji bo rojnamegeran bernameya bibîranê li dar xist
- 16:07 27 Kanûn 2024
- Rojane
AMED - MKG û DFG’ê ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bernameya bîranînê li dar xist. Seroka MKG'ê Roza Metîna di bîranînê de axivî û diyar kir ku bi salan e çapemeniya azad hedef tê girtin û destnîşan kir ku ew ê li dijî êrişên li hemberî rojnamegeran ji têkoşîna xwe paşde gav navêjin.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên di 21'ê Kanûnê de hatin qetilkirin, li avahiya DFG'ê bernameya bîranînê li dar xist. Parlamenterên Amedê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya û Serhat Eren, Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sincar, endamên meclîsa şaredariyê û xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de Nûnerê Herêma Basin-Îşê yê DÎSK'ê Hakki Boltan û endamên MEBYA-DER jî amade bûn.
Serhat Eren di serdanê de axivî û diyar kir ku qetilkirina rojnamegeran sûcê şer e û got: “Bi qetilkirina kesên ji kevneşopiya Çapemeniya Azad her carê peyamê didin civakê û hemû cîhanê. Herî dawî jî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li herêma ku şer lê diqewimî nûçe dikirin. Li vir sûcê şer tê kirin. Kuştina tu sivîlekî li vir nayê destûr kirin, berovajî vê yekê mecbûr e parastina wê, bi taybetî çapemenî bike. Lê mixabin Kurd û çapemeniya Kurd her dibin hedef. Lê dizanin ku 30-40 sal in em rastî êrişan tên. Bêdengkirina rastiyê ne pêkan e. Çiqas qetlîam dikin, rastiya hebûna Kurd ewqasî li cîhanê derdikeve holê."
Seroka MKG’ê Roza Metîna ji di bir anînê de wiha axivî: "Hevalên me yên rojnameger Nazim û Cîhan ji ber ku karê xwe dikirin hedef hatin girtin. Çawa ku Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hatin hedefgirtin, Cîhan û Nazim jî li vir hedef hatin girtin. Ji ber ku li wir rastiyan eşkere kirin hatin hedefgirtin. Em ê mîrateya wan biparêzin. Di vê pêvajoyê de çapemeniya azad hewldana herî girîng dide. Çapemeniya azad xwedî statuyeke ku hemû reng, deng û rastiya civakê radixe ber çavan. Ji ber wê jî cihekî wê yê girîng heye. Hikûmet çiqasî biguherin jî, yekem tiştê ku dikin çapemeniya azad hedef digirin. Lê divê vê rastiyê baş bizanibin: Weke çapemeniya azad em ê tu carî dest ji pênûsa xwe bernedin, dest ji têkoşîna xwe bernedin."